Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [noah] de;

1. fîlma nû ya darren aronofsky ye.. mijara fîlmê li ser jîne-pêxemberiya nuh nebî û tofanê ye.. di fÎlmê de aktor û aktrîstên meşhÛr yên holywoodê yên wekê anthony hopkins, jennifer connelly, emma watson û russell crowe dileyîzin.. fîlm hîn neketiye di vîzyonê de, dibêjin di 28ê adarê de wê li tirkiyeyê û tabî li bakurê kurdistanê li ser perde-vîzyonê were nîşandan..

di sînemayê de min seyra fragmaneka fîlmê kir, fîlm xweş xuyan dike, heta niha sê fragmanên fîlmê li ser înternetê hatine belavkirin, eger tu qeza û bela çênebin min dil heye, ku di sînemayê de seyr bikim, lê dibêjin li tirkiyeyê û li welatên din yên paşdemayî, fîlm wê di forma 3d yê de were nîşandan û yeqet keyfa min ji mîrata 3d yê re nayê..û ez nikarim zû bi zÛ xwe li ber fîlmên 3d ragirim..

neyse hêvî dikim, ku wek lehengekî çiyayê cûdî û cizîr jî di fîlmê de hatibe behskirin..



fragman1 :



fragman2 :



fragman3 :



12.02.2014 02:29 | endazer