Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazyar] de;

14. û divê vê jî bêjim kurmanciya wî hewceyî teshîhê ye..



15.09.2014 02:23 | endazer

13. bi diLê xwe ye helbet bi kîjan zman û zaravayê kurdî binivîse..

lê xwezî her bi zazakî binivîse, ji ber ku di tirşikê de hejmara nivîskarên zazakînivÎs kêm in..



15.09.2014 02:22 | endazer

8. bi xêr hatiye..

mereq dikim gelo endazyarê çi ye?

û cihê kêfxweşiyê ye ku di tirşikê de roj bi roj hejmara nivîskarên zazakînivîs zêde dibin..



13.09.2014 01:21 | endazer

5. li gorî rîwayetekî ji bo karê çêkirina pirrekî rojekî endazyarek diçe gundekî li derdora batmanê.. endazyar kurmanc e û xwudê bihêlê qey yekî telaqreş e herê serê heyvê jî û parlemena enqereyê jî ji kurmanciya xwe nayê xwar.. axirê gundî jî li dora koma endazyar û teknîkerên ku ji bo derxistina projeya pirrê hatine kom bûne.. endazyar û hevalên xwe di nav xwe de kurmancî diaxivin qey gundiyek seh dike û di ber guhê yê hevalê xwe de dibêje ''law me digo qey vana mûhendîs in lê vana jî wek me kurmanc derketin..''



12.09.2013 02:24 | endazer

3. navê kar û pîşeyekî ye.. di teoriyê de ji bo kesên karê endazeyê yanî hesab û pîvanê dike tê gotin.. lê di pratîkê de hema bêje her tişta ku îro di jiyana modern de em dişixulÎnin û pê kar û pêdiviyên xwe diqedînin bi destê endazyaran çêdibe an disêwire.. wekê xanî, rê, kendav, tûnel, pir, ceyran, erebe, telefon, mekîna cilan û ya firaqan, firne, sarinc, kombers, jenerator, akûmûlator, motor, pompa û hwd.. çend çeşn û cureyên vî pîşeyî jî hene wekê (bnr: endazyarê mekanîkê), (bnr: endazyarê ceyranê), (bnr: endazyarê avahîsaziyê), (bnr: endazyarê endûstriyê), (bnr: endazyarê mekatronîkê), (bnr: endazyarê madenê), (bnr: endazyarê kombersê), (bnr: endazyarê fîzîkê), (bnr: endazyarê kimyayê)..



29.06.2013 02:52 | endazer

2. li amedê ev du sê meh tê hene ku endazyar û avahîsazên ji odeya yekîtiya endazyar û avahîsazan li hev rûdinin bi hevkarî û alîkariya sazî û dezgehên zimanê kurdî yên li vî bajarî ji bo danîna ferhenga term û têgehên teknîkî dişixulin.. bûltena şaxa amedê ya odeya endazyarên mekanîkê ku serê her sê mehan carekî derdikeve di dawiya kovara xwe de cih dide encamên vê komxebatê..



05.06.2013 17:08 | endazer