Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stenbol] de;

19. bajarê ku min çar salên ciwaniya xwe ji bo xwendina lîseyê lê bihurandiye..

min hêj serê xwe ji tirkiye û ji bakur û başûrê kurdistanê dernexistiye ji ber hindê nikarim derheqê bajar û welatên din de tu hukmekî bidim û bêjim, lê bajareke bi rastÎ jî xweş e û te çi bivê tê de heye..

di emrê xwe yê kurt de bêriya du tiştan dikim

yek tava xwêjinkî û erdê rip û rût û rip û rast û xanîşokên mişt feqîrî ên cizîra zarokatiya min û çamlıca/kısıklı/altunizade/üsküdara stenbol ku lê ji şîrê zarokatiyê vebûme û bi piyên ciwanî û bîreweriyê ketime..



16.03.2014 22:43 | endazer

17. kî çi bêje, bila bêje bajareke xweş e lê nayê wê wateyê ku ji ber xweşiya vî bajarî divê kurd dev ji xewn û xeyalên bavûkalan yên bisalan berdin û xwe bispêrin argûmantên wek nizanim çend milyon kurd li vî bajarî dijîn êdî ne mimkun e ku kurd û tirk ji hev werin veqetandin filan..

neyse ji perspektîveke fransî çend dîmenên nostaljîk yên vî baajrî: http://goo.gl/idlWi4



21.02.2014 03:46 | endazer