Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sabah el xeyr] de;

11. ji devê nivîskar û lêkolînerê Cizîrî abdullah yaşin
melayê Cizîrî hem li medreseya sor mûderrisî kiriye pê re jî li qesra enderûn ya Cizîrê ders daye zarokên mîrê Cizîrê. Piştî vê helbesta wî hin kes gilheyê melê li cem mîrê Botan dikin dibêjin mela dil ketiye keça te û ev helbest jî ji bo wê nivîsandiye. Mîr çawa pê dihese mela dide girtin û sê roj û sê şevan îşkencê lê dike. Pişt re derdikeve holê ku bêbextî li mela hatiye kirin, mela ji van buxtan û bêbextiyan berî ye. Mela tê berdan lê Mîr ser milê xwe re nabe ku jê re bêjin neheqî li melê kiriye. Radibe mela sirgûn dike dişîne Diyarbekir. Mela bi qasê 7-8 salan li Diyarbekir dimîne. rojekî nameyekî ji bo mîr dinivîse ji bo mîr lê bê rehmê û bihêle ku vegere ser axa xwe. nameyê dike nav çîtekî, çît ji herdu aliyan ve şima dike û davêje çemê Dîcleyê. Qesra mîr anku birca belek ji xwe li qeraxê Dîcleyê hatiye çêkirin û tê de rezê Mîr heye û di nav rez de jî birkek heye. çîta ku nameya mela tê de ye ji Diyarbekir birê dikeve û tê xwe digihîne heta nav vê birkê. xulamekê Mîr vî çîtî dibîne û ji mîr re dibe mîr çawa nameyê dixwîne, ji ya xwe poşman dibe, li mela tê rehmê, qasidan jê re dişîne ji bo vegere Cizîrê. Mela jî vedigere û heta dawiya emrê xwe li Cizîrê dimîne. Mîr ew qasî qedr dide mela ku dema mela dimire wî jî di hewşa medresa sor de li cem malbata Mîr defn dike.



05.05.2020 04:48 ~04:50 | endazer