Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [özlem cizre nuh] de;

5. fîrmayeka ragihandin û birinûanîna rêwingan ya di navbera bajaran de ye.. gerçÎ êdî seferên wê yên berev zaxo, hewlêr û silêmaniyeyê jî hene, ji ber hindê carinan etîketa şîrketa ragihandinê ya navneteweyî an navdewletî jî li kêleka logoya xwe datînin.. berê ev şÎrket dema nû derketî, biçûk bû, li termînala cizîrê tenê ofîseka wê hebû û ez ne xelet rojê tenê seferek du sefer dikirin ew jî berev bajarên mezin yên wekê dîlok û stembolê, bajarên ku şêniyên cizîrî lê zêde bûn.. neyse paşê pê re pê re ev şîrket herku çû mezintir bû û herku mezintir bû fîrmayên din ku bi piranî fîrmayên mêrdînê bûn, an bi temamî derî û derebeyên xwe girtin û çûn an jî ofîsên xwe bçûktir kirin.. yanî vêga li termînala cizîrê ji 10-12 ofîsan 7-8 ofîs yên özlem cizre nuh turîzmê ne.. çawa çêbû? ji ber xwe de, li gorî mekanîzmaya Natural selectionê çêbû, an bi pest û pêkutiyan, bi mudaxaleyên ji derve çêbû nizanim û naxwazim gunehê tu kesî bixim di stûyê xwe de..

ez werim ser feraseta xizmetgûzariya vê fîrmayê:



- host û hostesên -di seferekî tenê de liqayî hostesê hatime- wan tu dibêjî qey di şikeftan de mezin bûne, ew qas xeşîm û ew qas serhişk, dema tu tiştekî ji wan dixwazî wekê ku te kutabe diya wan, lêvên xwe şirr dikin û mehdê xwe jî tirş û tehl dikin.. hostên wan dema jinekî bi serê xwe bibînin, wekê meymûnan te qeşmerî û şelafî namîne, ku nakin..

- di her seferekî de miheqqeq ema miheqqeq sê çar kursiyan difiroşin 9-10 rêwingan û di her seferê de jî li ser van kursiyan di navbera rêwiyan de şer û pevçûn çêdibe.. û host û hostesên fîrmayê wekê ku tişteke normal û asayî be, tên çareseriyên demdemkî yên wekê, bila yek ji we were ser kursiyê min rûne, an ji xwe çend seeteke din dê li filan bajarê çend rêwiyên me peya bibin, davêjin pêş.. ecêb e eger rêwîyên ku ev neheqî lê hatiye kirin kurd be, dengê xwe dernaxe, xwe li camêriyê datîne, lê na eger tirk be hema nabîne cam û pencereyên erebeyê nayîne xwar.. çend caran tê bîra min ji ber şerê kursiyekî banî polîsan kirine..

- di her erebeyekî de sê çar kursiyên wan xirabe ne, an di pozîsyona xewê de ne û rast nabin, an jî rip û rast in ji bo posîzyona xewê xwar nabin..

- û wek li jor jî hatiye gotin, dema li bajarekî tenê bin yanî reqîbê wan tunebe, wek seferên di navbera cizîr û amedê de, hema nabîne tiliyan navêjin rêwiyên xwe..



neyse ez dirêj nekim, eger rojekî saman û sermiyaneke baş bi dest min neket, karê min ê ewil dê kirrîna çend otobûsan be, û wan otobûsan jî ji bo sefer û çûnûhatina di navbera cizÎr û amedê de bişixulînim..



07.01.2014 05:17 | endazer