Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sabûna kizwanan] de;

1. sabûna ku ji rûnê kizwanan çêdibe.. jê re sabûna bitim jî tê gotin.. cara ewil li gundê me, ji aliyê diya min ve hatiye çêkirin *.. bi qasê ku tê bîra min kizwanan dihêrin, paşê di sîtilekî de di nav avê de dikelînin heta ku rohn bibe.. pişt re didin ber tavê heta ku ziwa dibe..

sabûneke gelekî sûdemend û kêrhatî ye, ji bo nexweşînên egzamayê û werÎna pora serê mirov derman e.. piştî ku prensesa qraliyeta îngÎlîstanê di serdaneka xwe ya ji bo mêrdînê de çend qalib ji vê sabûnê dixwaze,meşhûr dibe û navê wê derdikeve..

wextê ez di lîseyê de rojekî mamosteyê me yê kîmyayê di dersê de li ser texte formûlek dirêj nivîsand û bi timtêleke ji xwe gelek razî ku eve jî formûla sabûnê ye -ders organîk kîmya bû- ez jî rabûm û min jê re got mamoste diya min bêyî formûlasyon û bêyî labûratuwar di nav malê de sabûnê çêdike, devê mamoste şeş gazan ji hev ma tabî ji ecêbiyê, go çawa yanî? min jî jê re behsa sabûna kizwanan kir.. tabî ev mesele û serpêhatiya ku ez behsê dikim hêj prensesa îngîlîz serdana mêrdînê nekirî û sabûna kizwanan ev çend popûler û medyatîk nebûyî qewimî..



04.01.2014 05:04 | endazer