Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xewn] de;

2. ji bo ew tişt û dîmenên ku mirov di xewa xwe de dibînin tê gotin.. eger ev xewn di xeweka rojinî de hatibe dîtin hingî jê re dibêjin xewnerojk.. wekê din gelek çeşn û cureyên xewnan hene.. wekê xewnên xweş û şirîn, kabûs, nerdizme.. heta vî çaxî jî zanistên modern nekariye sebebên eslî yên çêbûna xewnan rave bike.. hirde û vêde gelek ravekar û mûfesîrên xewnan hene ku li gorî xewnên tên dîtin şiroveyan dikin û şîret û tembiyan li xweyê xewnan dikin ji ber ku li gorî gelek dîn û baweriyan ev xewn ji bal xwudê ve peyamên hişyariyê ne.. wekê din di nêv xelkê de jî şiroveyên çend tiştên di xewnan de tên dîtin gelekî berbelav in.. wekê hesp bext e, mar bela ye û nizanim çi ye û nizanim çi ne çi ye..



24.06.2013 12:47 | endazer

1. nivîskarek ji nivîskarên tirşikê ye.. xweyê pênûseke tûj û birra û ûslûbeke zêde agresîf e.. dikare bibe serê sebebê gelek polemîkan.. welê dixweye ku tirşik wê saya serî vî camêrî gelek nanê belaş bixwe.. ji xwe kurm û firşikê platformên wihareng bes polemîk in.. *



24.06.2013 12:39 | endazer