Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [armancên tirsik.netê] de;

9. baş e nexwe bila hinekî navê tirşikê berbelav bibe ez ê cara pêşîn reklama tirşika ku diya min di tifikê de li ser agirê êzingan çêdike bidime tirşikê..

vêga ji bo reklama tirşika malê li dirûşmeyekî digerim lê tiştekî maqûl nayê bîra min di vî warê li benda şîret û pêşniyarên we nivîskarên tirşikê me.. *



02.07.2013 12:35 | endazer

7. (bnr: megalo îdea)

(bnr: promised land)

(bnr: erzê mew'ûd)*



29.06.2013 22:51 | endazer

4. ji bo her tiştekî kurdistanî an gerdûnî bi zimanê kurdî cihê serkanî û çavkaniyê.. yanî siba eger camêrek hevsarê kera xwe li derekî wenda bike divê pêşiyê di quranê de û paşê jî di vê ferhenga tiberik de lê bigere.. û wekê din divê ev ferheng bibe pira têkiliya zimanê axaftinê û yê nivîsê.. yanî hem ji zimanê axaftinê term û têgeh û qalib û biwêj û gotinên bavûkalan bibihurîne zimanê nivîsê û hem ji zimanê nivîsê dîsa term û têgînên nû yên hatîn wergerandin an hatîn deynkirin derbasî zimanê axaftinê bike.. we go erê? ê de baş e zend û bendan tev hildin û herçi tişta ji we hat xwe jê venedin.. ya ellah û ya xwudê! *



24.06.2013 23:10 | endazer

2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan)



24.06.2013 12:15 | endazer