Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnameya agosê] de;

1. rojnameya heftane ya ermenên li tirkiye û li bakurê kurdistanê an bi qewlê hinek ermenan li rojavayê hayastanê dijîn e.. hefteyê carekî derdikeve, qismek jê bi tirkî û qismekê din jî bi ermenî ye.. gerînendeyê berê yê rojnameyê hrant dinkê rehmetî bû, vêga kî ye nizanim..

sê çar roj berê li ser sifreya ku min li ser xwarin dixwar tiştekî bala min kişand, li ser sifreyê, yanî rûpela rojnameya ku min li bin xwarinê re rayêxistibû, ji bo 5-6 kesên ku paşnavê wan bi -yan'ê xilas dibû peyama sersaxiyê hatibû weşandin, min di dilê xwe got xêr e, dîsa kê destê xwe li xwîna van feqîran gerandiye û ferman li wan rakiriye, paşê min li navê rojnameyê nêrî ku rojnameya agosê ye..



30.12.2013 12:57 | endazer