38. tirkmancî jî be, bi qewlê ehmedê xanî ''kurmancî ye ew qeder li kar e'' li dereke wekê diyarbekir, ku li gor gotinan berê di nav filehên bajêr de jî zimanê sûkê kurmancî bûye, îro dema tu bi esnaf û dikandarekî re bi kurmancî diaxivî devê wî şeş mitra ji hev dimîne.. |
|
07.09.2015 22:26 |
endazer
|
4. cara pêşîn min ev peyv di nûçeyeka malpera lotikxaneyê de xwendibû.. bêtir ji bo kesên ku bi piranî peyvên tirkî di nêv axaftina xwe ya bi kurdî de bikar tînin tê gotin lê li gorî min divê ji bo kesên ku li gorî rêzimana tirkî bi kurdî diaxivin bê gotin.. çimkî ziman ji peyvan xirab nabin peyv kengî be û çawa be dikarin xwe ji nû ve biafirînin an bên darêjtin lê rist û rêzikên rêzimanî ne welê.. wekê din (bnr: sormancî) |
|
29.06.2013 03:18 |
endazer
|