Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şînaw] de;

1. gundekê bajarê pîranşara rojhilatê kurdistanê ye..

Par zivistanê, di encama teqîna sobeya dibistana seretayî ya gund de, 38 xwendekarên keç birîndar bibûn û 2 keç ji nav wan ji ber şewata giran jiyana xwe ji dest dabûn..

piştÎ teqînê hikûmeta îranê soz dabû ku hemû mesrefên dermankirina nexweşan ji kîsî xezÎneya dewletê bide, lê li ser soza xwe nesekinîbû, keçên birîndar bi malbatên xwe re ev du roj bûn ji bo vê helwesta xemsar ya hikûmetê protesto bikin li ber ofîsa serokkomarê îranê hesen rûhanî di greva birçÎbûnê de bûn..

li gorî nûçeyên vê dawiyê karmendekê ofîsa serokkomariyê ligel zarokan û malbata wan rûniştiye û soza bicihanîna soza danyina mesrefa dermankirinê daye..

berî çend hefteyekî hunermendê kurd ê meşhûr shahram nazeri jî ji bo piştgirî û alîkariya dermankirina keçên mexdûr li tehranê ligel çend hunermendên naskirî yên îranê rêze konsertin dabûn..



28.12.2013 19:52 | endazer