Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo kurdên nû hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibin pêşniyarên nivîskarên tirşikê] de;

1. ji bo kurdên ku kêm zêde dikarin biaxivin an qenebe fêhm dikin lê nikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin ez ê binivîsim, hevalên din jî dikarin pêşniyarên xwe binivîsin..

pêşiyê ez behsa xwe bikim, bi tu awayî ez neçûme tu qurs û mekteban û min ji tu kesî ders nestandiye.. di malê de bi riya xwendina pirtûkan û bi wergerê ez elimîme xwendin û nivîsandinê, niha jî ji ber ku min tu pirtûkên rêzimanî nexwendine di warê formasyon û teorîyê de ez zêde qels û zeîf im yanî ez nikarim çimanî û çawaniya rist û rêzikeka rêzimanî ji bo yekî şerh û şirove bikim.. lê ne xem e wekê ku hûn jî dibînin bêyî qurs û bêyî mekteb û bêyî dersên taybet û bêyî kitêbên gramerê ez dikarim bi hêsanî bi zimanê xwe ya dilê xwe der bikim û tişta ne bi dilê min jî reş bikim..

dersa 1. rahêjîn pirtûkeka çîrokan (ji pirtûkeka çÎrokan qesta min pirtûkeka ku rûpelên wê hindik, ziamanê wê sivik û hêsan û mijara wê balkêş/rojane ye) û ferhengeka destan ya kurdî-tirkî (tirkî ji bo kurdên li tirkiyeyê dijîn, hûn serdest û serwextê kîjan zimanî bin bi ferhengeke bi wî zimanî bikar bînin).. di destpêkê de hûn ê gelekî zehmetiyê bikişînin, şeytanê tirk dê gelekî astengiyan derxÎne pêşiya hewe, wê pif bike bêvila we, we bipişkîne, wê hibra qelema we xilas bike, wê dilê we bibijîne çayekî an tişteke din, wê dilketî û dergistiyên we yên berê bîne bîra we, hetta belkî qurana ku li ser telkînên wî ev çend sal in hewe destê xwe lê nedayiye û devê xwe lê negerandiye, nimêjên salekî yên mayîn bi hêviya qezayê ve filan.. qet guhê xwe nedinê, ji rûpela ewil ya pirtûkê destpê bikin, her rûpeleka pirtûkê pêşiyê bi temamî bixwînin, cara ewil ne ji bo fêhmkirinê lê ji bo ku zimanê we lê bigere, û hûn pê de herin bixwînin, cara didoyê ji bo ku hûn fêhm bikin bi dîqet û baldarî bixwînin, peyvên ku hÛn wateya wan nizanin pêşiyê li gorî konteksa hevokê texmîn bikin, têderxin, yanî ez bêjim ku hevok behsa paleyiyê dike û tê de peyva dasikê derbas dibe.. hemû peyvên ku hûn wateya wan nizanin yên di rûpela ewil de di defterekî de qeyd bikin û wan peyvan li hevokên nimûneyî yên hêsan biceribînin.. wek min dara hinarê pê dasikê kezaxt.. bi vî awayî, bidîsîplÎn û bi sîstematîk temamê pirtûkê bixwînin.. hetta ji we tê peyvên ku hûn nû dibînin di nav axaftina xwe ya rojane de jî bikar bînin.. yanî di jiyana xwe ya rojane de jî divê hûn bi kurdî biaxivin.. li vir divê bêjim hûn çi qas bixwînin û binivîsin jî eger hûn di jiyana rojane de vî zimanî bikar neyînin hûn tu xêrê jê nabînin..

dersa 2. heta ji hewe tê wergerê bikin, bi taybetî jî ji zimanên din ji bo zimanê kurdî.. yanî ez bêjim bêtir meyl û eleqeya hewe li ser wêjeyê heye, herin helbesteka cemal süreyya wergerînin Kurdî, an çîrokeka murathan mungan wergerînin, an ez bêjim hûn endazyar in herin meqaleyekî li ser termodînamîkê wergerînin kurdî.. ez dikarim bêjîm ku ji sedan 70 min zimanê xwe bi wergerê xurt kiriye..

dersa 3 pirtûkeka gotinên pêşiyan û biwêjan ji xwe re bikirin û he roj dido-sêkan jê ji ber bikin û di nav axaftina xwe ya rojane de bikar bînin.. kêmasiya mezin ya me kurdîaxêvan bikarnanîna biwêj û qalib û mecazên kurdî û gotinên pêşiyan e.. yên ku em bikar tînin jî bi piranî gotinên ku ji zimanên din hatine wergerandin e.. em belesebeb nabêjin kurmanciya gewr û kurmanciya gewr..

dersa 4. di civat û şevbêrkên extiyaran de rûnin.. baş guhê xwe bidin axaftina wan.. peyvên ku nÛ bi ber guhê we dikevin û di ferhengan de peyda nabin li derekî binivîsin, yên ku hÛn wateya wan nizanin bipirsin..

dersa 5. piştî ku kêm zêde we ji xwe re bingehek danî, di ber xwe de be jî nebêjin, gelo çima ez jî pirtûkekî nanivîsim, ma çiya min ji kurdên xweyîkitêb kêm e?!.. xwudê dibêje bixwîne, nabêje binivîse..



26.12.2013 02:05 | endazer