Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [başûrê kurdistanê] de;

21. yek ji taybetiyên vî beşê kurdistanê ku zehf kêfa min jê re tê, kurdîbûna navê xelkê ye. tu dibînî, emrê wî bûye çil pêncî, navê wî sefîn e, hemrîn e, nêçîrvan e, soran e, goran e. hemû jî navên xweş û watedar. bi taybet çandek heye ku gelek kêfa min jê re tê, navê çem û çiyayên kurdistanê li zarokên xwe dikin. wek; sefîn, hemrîn, cudî, aras. lê navê zarokên mele mistefa, û zarokên mesud barzanî bi pirranî bi erebî ne. wek; mesrûr, mensûr, mistefa (dibêjin 5 kur û sê keçên wî hene lê di medyayê de tenê navê van hersê kurên wî derdikeve)



23.11.2016 22:20 | endazer

20. dibêjin aşê nezana xwudê digerîne, bi baweriya min aşê başûrê kurdistanê jî xwudê digerîne, ew qas bela û pirsgirêk li pêşiyê ne mirov jê dimîne heyîrî bê çawa li ser lingan dimÎne.
aliyekî êrîşên daişê, ku ne ji koalîsyona navdewletî bûya niha hewlêr jî vegirtibû.
krîza aborî, şerê daîşê, bi carekî re daketina buhayê neft û gaza xwezayî, nedana bûdçeyê ji aliyê hikûmeta bexdayê ve, bi serê xwe tevgeriyana parêzgehên di destê ynk û gorranê de, neyekserîbûna hêza pêşmerge, ya rastî neartêşbûna hêza pêşmerge û ya herî giring tiralî û zexeliya civakê ku hînî belaşî û betaliyê bûye û naxwaze qûna xwe rake û bişixule.



20.11.2016 22:05 | endazer

14. li gorî nûçeyan, hikûmetê şertê zanîna zimanê kurdî daniye ber hemû bijÎşkên biyanî yên ku li başûrê kurdistanê dixebitin.. dîsa hemû mekteb û medreseyên dînî bi wezareta perwerdehiyê ve girê daye, û çapkirin û belavkirina hemû berhemên selefî û yên îslama radîkal qedexe kirine..



14.05.2015 00:00 | endazer

10. parçeya ku herî zêde nêzikê azadî û serxwebûnê ye..

bingeha azadî û serxwebûnê jî azadî û serxwebûna ekonomîk e, yanî eger tu bikaribî bi serê xwe debara xwe bikî û nanê xwe dabîn bikî tu dikarî cuda bibî û serbixwe bibî..

erê neft û gaza kurdistanê heye û roj bi roj ew astengên li pêşiya hinardekirin û firotina bi destê hikûmeta herêma kurdistanê ya neft û gazê ji bo dewletan radibin lê neft û gaz nayên xwarin û vexwarin, berî neft û gazê ya ku ji kurdistanê re pêwist e, çandinî ye, sinetkarî û sanayî ye, xweyîkirina heywanan e.. ligel derftetên zêde yên erd û axa kurdistanê heta niha di vî warî de tişteke zêde nehatiye kirin..

lê di nûçeyeka ku îro min di rûdawê de xwendiye de îşare û emareyên vê yekê min dîtin..

di nûçeyê de tê gotin ku li gundekê nêzikê hewlêrê, li ser 120 hezar metre çarçik erd wê kargeheka şÎr û berhemên ji şîrî çêdibin ên wekê mast û penîr û hwd dê bên hilberandin.. dîsa tê gotin ku baŞûrê kurdistanê %95 pêdiviyên xwe yên şîrî û berhemên şîrî ji dewletên wekê tirkiye û îranê hawirde dike, lê piştî ku ev karxane bikeve dewrê de, sala ewil %15 pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî wê ji vir bêne dabînkirin û heta 6 salan jî hemû pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî êdî wê ji vê karxaneyê bên dabînkirin..

ev kargeh ji sê qonaxan pêk tê, di qonaxa ewil de şîr û berhemên şîrî wê bêne hilberandin, di qonaxa didoyan de ji bo hilberandina êmê heywanan karxaneyek wê were damezrandin û di qonaxa sisêyan de jî cotkar wê li ser teknîkên hilberandina modern bêne perwerdekirin.. ji bo vê karxaneyê sîstemên li swêd, danîmarka û hollandayên tên bikaranîn wê werin bikaranîn.. tê pêşbînîkirin ku ev karxane di nav du salan bê temamkirin.. ji bo projeyê 150 milyon dolar hatiye terxankirin.. û li gorî vê projeyê ji bo xweyî bikin li nav 120 cotkaran 6 hezar dewar wê bêne belavkirin..piştî ku proje temam bû û bi temamî ket dewrê de, salane 600 milyon dolar ê ku ji bo şîr û berhemên şîrî diçe ji derve wê di nav sînorên kurdistanê de bimîne.. her dîsa di nav vê projeyê de tê pêşbînîkirin ku 15 hezar kes were îstîhdamkirin..

http://rudaw.net/turkish/lifestyle/170920141



18.09.2014 02:20 | endazer