Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çar newa] de;

1. komeka mûzîkê ye.. stranên kurdî yên gelêrî bi meqamên nû û bi enstrûmanên curbicur yên dinyayê distirên.. koma çar newa di sala 1999an de tê avakirin.. damezrînerên komê fikri kutlay û ahmet kaya bijîşk in, süleyman gültekin sîgorteger û serhat karakaş jî sosyolog e.. mirov dikare vê komê wek berdewamiya tradîsyona koma amed bihelsengîne ji ber ku serhad û suleyman serkêşiya koma amed jî dikirin.. heta niha bi navê , mak û zîz sê albûmên vê komê derçûne.. çeşn Û çeşîdê mûzîka komê mirov dikare bi giştî wek mûzÎka rockê biwesfîne û tesnîf bike.. lê dema mirov hersê albûmên komê digire ber dest hingî fêm dike ku zehmet e mirov mûzîka komê di nav kategoriya rockê tenê de biwesfîne Û binirxîne..

nizanim çima lê navê stranbêja tirk sezen aksuyê ligel vê komê gelekî seh dikim.. di gelek konsertên xwe yên vê dawiyê de sezen xanim strana bi navêbûkê ku ji aliyê çar newayê ve hatiye berhevkirin û îcrakirin distirê..



27.10.2013 17:59 | endazer