Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sansur] de;

6. qanûn û qayîdeyên tirşikê belÎ ne û ji berê de hatine danîn.. tu kes di tirşikê de nikare rasterast navê kesekî -çi meşhûr û ji nav xelkê- hilde û jê re çêr û dijûn Û sixêfan bike.. eger di nav peyamekî de dijûnên rasterê ji bo kesekî hebin mafê her moderatorekî ye peyamê jê bibe û her nivîskarek jî dikare peyamên derî formata tirşikê yên li ber çavan ketî ji bo moderasyona tirşikê ragihîne..



ez ê dirêj nekim berê li ser hesabê facebookê yê hevalekî ji bo îdîa û rexneyên berken bereh yên li ser tirşikê min kurtenivîsek lê kiribû ez ê wê nivîsê li vir jî parve bikim..



''mamê Berken ev çax û hemû çaxên te bi xêr bin..

heçî bûyî endamê tirşikê piştÎ ku navê xwe yê bikarhêneriyê û şîfreya xwe rast binivîse dikare têkevê.. heta niha tu nivîskar/endam di tirşikê de nehatine sansûr kirin û asteng kirin û ji bilî çend peyamên ku tê de rasterê çêr û dijûn ji bo ji bo nivîskarên din ên tirşikê hatibûn kirin tu peyam jî ji nav nehatine birin û neahtine serwinda kirin..

tirşikê formata xwe û konsepta xwe ji ferhengên înteraktîv yên tirk yên wekê ekşisözlük, uludağsözlük, itisözlükê filan wergirtiye.. ferqa tirşikê ji van ferhengan tenê zimanê wê yê.. zimanê ferhengê safî kurdî ye û derî û dergehê tirşikê ji bo zaravayekê kurdî li piştê ye.. armanca sereke ya tirşikê bi kurdî rojeveke kurdistanî di nav derûdorên kurdînivîs de çêbike.. yanî bi zimanê kurdî li ser bûyer û qewimîn û rûdan û kes û kesayetên aktûel yên li kurdistan û cîhanê guftûgokirin e..

tekane şert û egera bûyîna nivîskariya tirşikê karîn û şiyana nivîsandina bi kurdî ye.. yanî heçî kesî dikare bi kurdî binivîse dikare di tirşikê de bibe nivîskar û tekane bariyer û barîkata sansûrê di tirşikê de çêr û sixêv û dijûn in.. yanî kes nikare bêje filanles dêqehb e an ez ê bikutim nizanim çîka nîzanim kê de.. lê heçiyê bivê dikare bêje filan nivîskar bi kêrî seriyek pÎvaz nayê an îslamiyet dînek paşvemayî ye an xwudê tunîne an ocalan xayîn e.. filan.. yanî tirşik hinekî bêedeb e û tenê ne cihê edebiyatê ye..

heçî kesê dixwaze bi navê xwe yê nûfosê dinivîse û heçÎ dixwaze jî navûniçikekî ji bo xwe dibîne û bi wî navî dinivîse.. dîsa heçiyê dixwaze derheqê xwe de tu tiştekî nabêje û heçiyê dixwaze heta paşnavê diya xwe ya qîzaniyê jî dinivîse.. yanî nivîskarên tirşikê di warê xwe veşartin û xwe eyankirinê de serbest in û bi dilê xwe ne.. ji xwe ne heddê me yê em bi dû gbt û ip'ya tu kesî bikevin.. di tirşikê de ûslûba nivîskaran nasnameya wan e..''



di nav salekî de xwendina min a nêzî 400 kitêbên kurdî min nake otorîteyê tu tiştekî.. ji xwe heta niha tu carî li tu der û deverî ez bi îdîayake wihareng ve ranebûme.. ez ne alîgir û sempatîzanê tu hêz û hizbekî me.. tişta li gorî min şaş be bêtirs û perwa û bi dilek azad dikarim bêjim şaş e.. armanca min a sereke ya ji jiyîn Û nivîsandinê biservebûna heqqî, heqîqet û heqaniyet û edalet e.. yanî ez bi tu tiştî ve negirêdayî me ne bi kurdî ve ne bi kurdistanê ve ne jî bi îdîa û îdealên siyaseta kurd ve.. berevajî hinek camêran berî her tiştî evd û evdalek ê Xwudê me û insanek im.. û ji pencere û perspektîva teheqûqkirina heqîqetê û tesîskirina edaletê li mefhûmên dinyayê dinêrim..



heta niha bawer nakim ku tu kes bi payeya min a moderatoriyê hesiyabe.. wek moderatorekî tenê tişta ku ez dikim daxwazên nivîskariyê ya çomezan qebûlkirin e û sererastkirina şaşiyên gramer û îmlayê yên di nav peyam û mijarên di tirşikê de ye..



20.10.2013 19:41 | endazer