Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceso] de;

82. B'xêr hatiye ve ;)



20.09.2016 02:28 | endazer

40. gava dî dema min peyama wî ya li jêr mijara îtîrafên tirşikvanan de xwend, meseleyek hat bîra min, dibêjin rojekî zilamek pîr emrê xwudê dike, piştî defn dikin, xelk tên teezî, di teeziyê de herkes behsa zilamê pîr dike, kurê zilêm jî radihêjê peyvê dibêje ''rehma xwudê lê be, bavê min heştî sal emr kir, rojek ji rojên xwudê evdekê xwudê jê neêşiha'' axirê ji nav civata teeziyê yek radibe dibêje ''birazî dilê xwe negire lê kêr bikute qûna wî ku heştî sal emr kiribe û kes jê neêşihabe'' yanî kesekî jê gazindek nekiribe..

tu çi qasî li ser heqiyê bî, tu çi qasî rastgo û rastbêj bî, ew qasî wê xelk ji te aciz bibin, gilî û gazindan ji te bikin, ji te biêşin, ji ber ku meyla xelkê li ser xirabiyê ye, û li cem kêm kesan sîstema kontrola xirabiyê heye, lê tu li gorî şert û mercan, qalikê xwe û gotinên xwe û sekn û helwesta xwe biguherînî hingî tu wê bibî şirîn û ezîzê li ber dilê xelkê, hingî kes ji te naêşe, hingî herkes wê hej te bike, û pesn û wesfên te bide..



13.04.2015 23:11 | endazer

21. îro li ser twitterê çend twîtekî xwuya bû û paşê dîsa wenda bû çû..

ez dibêjim qey şîfreya hesabê xwe yê tirşikê ji bîr kiriye û perê wî têdernakevin ku şÎfreyekî nû bistîne..



01.03.2014 22:09 | endazer

20. ew nivîskar e ku ji ber qelema wî ko bûye û qelemtiraşa wî jî nîne, ji mêj de ye di trişikê de nanivîse..



10.02.2014 05:53 | endazer

16. nivîskarê ku heta niha 830 peyam lêkirine û tenê reşşikek standiye.. ew reşik jî ji bo peyama xwe ya li ser mijara lgbtî yê standiye..

(bnr: kurê xelkê)

(bnr: tiştên ku divê bavê mirov pê nehesin)



01.01.2014 22:48 | endazer

10. nivîskarê ku dinivîse û dinivîse lê dîsa jî li xwe zêde nake.. min got belkî hejmara peyamên wî vêga gihiştibe heta hezarî lê mîratê nû ji sÎnorê pênsedî bihuriye.. ez ditirsim hinekan çavin lê dabin..



04.12.2013 00:03 | endazer

6. eyba mezin şerma giran! ev çawa ne min heta niha bîr nebiriye û bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê bixêrhatina vî camêrê xweşnivîs nekiriye.. tu were di tirşikê de di demeke ev qas kurt de ev bi qasê barê kerekî peyaman lê bike û bila kes newe nebêje xerÎbo tu ji kû ve tê yî jî..

nivîskarê ku eger xwudê bêje erê siba bi rêûrismek têra xwe rismî em ê wek malbata tirşikiyan bixêrhatinê lê bikin.. heta hingî û piştî hingî jî bila her di nav xêr û xweşiyê de bimîne û binivîse..



22.10.2013 01:01 | endazer