Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştanok] de;

3. ecêbe min jî duh beşa cizîrê ya vê bernameyê temaşe kir. li cizîrê ji bo tiştanokê dibêjin mamik û her mamikek bi bêjeya mamikê mino mamanî destpê dike û ji bo tiştanok jî dibêjin bizelêv. ji loma destpêkê dema digot tiştanok û zûgotinok gelekan şaşmayî lê dinêrîn.
ligel çend kêmasî û qisûrên pêşkêşkariya xanimê sekn û helwesteka wê ya canecan hebû, gelek bernameyên kurdî ez nikarim bibim serî lê min ev heta dawiyê temaşe kir.
duh min çend bernameyên li cizîrê hatine çêkirin temaşe kir, çend ji wan ji aliyê medyaya kurdî û bi kurmancî û çendek ji wan jî ji aliyê medyaya tirk û bi tirkî hatibûn çêkirin. xelk li hemberî mîkrofona tirkî dilxwaz, minêkar û biçekÎ şermoke ya rastî xwelîser û perçiqî bû lê li hember mîkrofona kurdÎ sersar, bêminet û heta cihekî bêpakÎ û bêperwa bû, yanî heta mîkrofon bi tirkî bû ew li pey qûna mîkrofonê bûn, lê çawa mÎkrofon dibû bi kurdî mîkrofon li pey wan bû.



09.05.2021 21:22 ~21:23 | endazer