Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekî bi dev û diran bûn] de;

1. ji bo insanên jêhatî û kêrhatî tê bi kar anîn. ji bo insanên ku di kar û barên xwe de serkeftî ne, tê bi kar anîn. her wiha carna jî ji bo insanên ku gotinên xwe texsîr nakin, gotinên xwe rasterast dibêjin, zext û zordarîya kesî qebûl nakin ev biwêj tê bi kar anîn. bo nimûne: “ew insanekî bi dev û diran e, ji kesî natirse. vî karî bide hesen. ew insanekî bi dev û diran e, wê miheqeq hal bike. hesen insanekî bi dev û diran e, qeymeqam be jî li hember kesî gotina xwe texsîr nake.” “tuttuğunu koparmak” qismen miqabîlê vê biwêjê ya tirkî ye.



06.06.2013 16:07 | endazer