Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [parêzer] de;

16. bila li min negirin lê ferqa piraniya wan û xwînmij û parazîtan nîne. baş e ku di nav çend deh salên bê de wê qedrê vî karî jî dakeve, çawa berê ji ber ku rêjeya xwendeyan kêm bû qedrê daxwaznamenivîsan (arzuhalcî) zêde bû bi zêdebûna rêjeya xwendinê û hişmendiya mirovan êdî li ber devê şûrê demê û kitnemînê ne parêzer jî wê di nav çend deh salan de mînîmîze bibin, tenê ew kes û şîrket wê karê xwe bispêrin parêzeran ku wextê wan ji bo wan pir biqîmet e û di wî wextî de ji pereyên ku wê bidin parêzeran bêtir qezenc dikin.



06.04.2020 03:32 | endazer

5. yek parêzerî û yek jî bijîşkÎ.. dema kesek ji van herdu pîşeyan ji bo tiştekî tê anonskirin miheqeq kurteya nav û nasnavê pîşeya wan jî li pêşiya navê wan ê tiberik ve tê zêdekirin..

mirov ecêbmayî dimîne, kurê xelkê dixwînin dibin endazyarê genetîkê, bi kod û genên mirovan dileyîzin, lê hê jî li ser zar û zimanê xelkê, û li ser afîşên namzediya filan tiştî nasnavên prz. û bjş. yê..



18.12.2013 19:39 | endazer

1. evuqat.. hiqûqnasê ku bi riya rist û rêzikên qanûnên nivîskî kes an saziyên ku bi sûnc an tawanekî têne îtham kirin diparêze yanî mûdafaa dike.. li gorî min zortirîn û zehmettirîn kar û pîşe ye.. û herwiha beredayîtirîn kar û pîşe ye.. ji ber ku sûncdar an bêsûnc herkesê ku heqê xwe dide mecbûr e ku biparêze.. yanî ne parêzereke bitr û têrxwarî be eger mûwekîlê wî qatil û qesasê neh mêran be jî mecbûr e û divê bêje na wilehî feqîro nikare mirîşkekî jî serjê bike mêrkuştina çi?!! di nav kurdên me yên xwende de dikarim bêjim ku popûlertirîn pîşe ye.. ji ber ku di wextê xwe de kurd her mexdûr û mezlûm bûne û kesî xwe bi hawara wan ve negihandiye û nekariya wan biparêze zarokên xwe ji bo tehsîla hiqûqê dane xwendin..

sediqandina vê tesbîta min eger çavek li siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê were gerandin wê kifş bibe.. pirraniya siyasetmedarên kurd ji beşa hiqûqê mezûn in.. heta du sê camêran bi dîplomeya xwe ya hiqûqê li ser zikê birçî û pişta ku bûye xerîta şûna qamçiyên nevîçirçirkên contirkan ya gelê xwe berîka xwe tijî kirine û ûrê xwe nepixandine.. ez ê navê hasip kaplan bêjim yên din hûn texmîn bikin..



05.10.2013 19:41 | endazer