Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [touch screen] de;

1. ji bo halet û hacetên elektronîk yên bi dest û pêçiyan tên bikaranîn tê gotin.. touch destê xwe li tiştekî an li kesekî dan, mistdan, mizişandin e.. û screen jî ekran e yanî camekana haletên elektronîk e wek ekrana televîzyonê, ekrana telefonê, ekrana kombersê filan.. hevalekî li ser hesabê xwe yê facebookê berdêl û bergîdanka bi kurdî ya vê peyvê pirsîbû û min jî peyama li jêr wek şirove nivîsandibû û wek pêşniyar çend nav ji bo vê bêjeyê dabûn..

şiroveya min a di bin pirsê de: ''bi qasê ku dixweye wergereke mot a mot ne pêkan e nexwe divê em li gorî fonksiyon û karînên haletê navekî jê re bibînin.. mirov pê destan van haletan bikar tîne, yanî ji bo bikaranînê divê mirov destê xwe li rûyê ekrana cîhazê bigerîne.. wek mistdan û mizişandina rûyê zarokekî.. yanî divê peyveke ku ji dest û rû û gerê pêk were.. wek; rû-dest-gerok, dest-rû-gerok, dest-gerok, rû-gerok, gererû, desterû, geredest, destik, destok..''



03.10.2013 14:13 | endazer