Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekîtiya mêrên kurdistanê] de;

2. (bnr: mêr, mirin, xwelîserî)



03.10.2013 03:48 | endazer

1. li gorî dengûbehsên ajansên kurdî li bajarê silêmanîyê yê başûrê kurdistanê ji aliyê birrek mêrên aktîvîst ve ji bo mêrên ku ji aliyê jinên xwe ve tên perçiqandin û eciqandin û mafên wan têne binpêkirin li dijî zilm û koteka jinê hatiye damezrandin..



sekreterê yzkê bûrhan alî di hevpeyvîneka xwe ya bi ajansa anadoluyê re de dibêje: ''Em bi slogana hezkirina welêt, hezkirina hevjînê, ji bo jîyanek nuh û bavîtîyek samîmî tev digerin û derketine ser rê.



Em di Rojhilata Navîn de rêxistina yekemîn in ku bi vî navî û bi vê armancê ava bûne. Civaka me wek civakek ku mafê jinan binpê dike û wek desthilatdarîya zilaman tê naskirin. Ji ber vê, damezirandina rêxistinek bi vî awayî ecêb û balkêş hat dîtin. Di vê derbarê de kesên ku herî zêde li dij me derdikevin û bi çavê dijminatîyê li me dinerin, jin in.



Her roj şîddeta li dijî zilaman zêdetir dibe. Wek nimûne: Di sala 2008 an de 33 zilam raserî kotek û şîddeta jinan hatine. Di 2012 an de ev hejmar zêde bûye, bûye 163. Di nîvê vê salê de (2013) 41 zilam raserî şîddeta fîzîkî (bedenî), îxanet, şîddeta psîkolojîk û derxistina ji malê hatine. Meaşê wan (mehane) ji wan hatiye stendin û ji kar hatine dûrxistin û wekî din”.



03.10.2013 03:47 | endazer