1. navê helbesteka ferîd xan e..
''bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mina kûçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te dide
biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be
ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!''
selîm temo ev wergerandiye tirkî û di axaftineka xwe ya li sempozyom/konferansekî de pêşiyê helbestê û paşê jî wergera helbestê ya bi tirkî dixwîne..
helbest bersiva pirsa çima kurdistan û çima dewletê dide..
|