Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehzeme allahû ecrekûm] de;

1. navê helbesteka şairê kurd arjen arî ye.. ji bo apê mûsa hatiye nivîsandin..



''dilşikestî ye Ziving*

û payîza dawî

rêwî

xembar in li pêrgîniyê:

porê wî berfa Cudî

ne piyan,

kilîliyan rahiştiyê.



-ehzeme allahû ecrekûm...

mirinê bilikum!

zordarên li ser hikum!

Mûsa we kuşt, we kuşt!

me dahişt dîroka azadiyê



ji sor, ka zelîlî Mûnzir?

hê û hê kelgirî ye Dîjle.

lo law,

kîjan mirinê em nagihînin te?..

nûçeyên rojnameyan xurrû kuştina me ne.

bi mêranî me azadî xwestiye,

gunehekî me ev e.

yê diduwan, em in xwazgîniyê welatekî...



kuştin, hêsrên mirinê ne, Mûsayê min

gur jî dadide kerî jî ji kerba!

dikujin, bila min jî bikujin birayê min

hê ku lîlîn hêsr in li van erda! ''



26.09.2013 20:35 | endazer