Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jehrî girtin] de;

1. dermankirina bi jehrî ketinê ya bi rê û usûlên dermanê kurmancî an bi navê xwe yê îro bijîşkiya alternatîf.
keseke ku ji ber xwarinekê aciz bûye anku bi jehrê ketiye û zikê wî diêşe diçe cem pîrikekî. ev pîrik jî tozek genim an xwê an pariyek nan dixwe kefa destê xwe yê rastê, destê xwe dike kulm û li ser laşê yê nexweş digerîne, bêtir jî cihê diêşe difirkîne. pê re jî vê duaya jêr dixwîne

bismilah şafî
bismilah kafî
ellezîne
dîsa kerîmê xwuda ye
li me bûye mêvan e
jinko sexî
mêrko bexîl
nanko ceyînî
kevçiko darînî
giraro nîskînî
torirmeyê, bêperweyê
were dest me yê
em derînin can û cesedê he yê.

piştî çendekî bawîşk tên herduyan; nexweş û pîrikê û piştî bawîşkan tîne yê nexweş baş dibe, bi ser hemdê xwe de tê.
pîrik beriya bimire dest dide keseke li dora xwe ku pişta wê jê germ e û pê bawer e.



22.05.2020 14:28 | endazer