Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xêro abbas] de;

20. bîst deqe şûnde li Mêrdînê konserta wî wê destpê bike. bi xêra hevalekî ez jî li wir im. ji tirşikvanan wekê din kî heye bila xwe kifş bikin, piştî konsertê em civatê deynin ;)



29.02.2020 19:42 | endazer

7. albûma wî ya nû nizanim ya çend û şeşê ya bi navê tu derketiye ber bazar û mezadê..



''Xêro Abbas hem xwedîyê şêwazeke îcrakirina kevneşop û herêmî ye û hem jî xwedîyê hêza îcrakirineke taybet e ku bi temamî li gor îcrakirina şêwazên muzîka rojavayê ye. Di allbuma nû ya hunermend de mînakên ji herdu şêwazên muzîkê jî tên dîtin. Şêwaza stranên weke „Qendîl“ ku gotin û awazsazê wê Tahîr Xelîl e, „Cana Min“ ya ku gotin yê Cigerxwîn, awazsaz jî Gara ye û strana awazsazê ciwan Mudî Strancêk „ Ez Bê Hal im“ dest nîşan dikin ku hunermend teknîka îcrakirina muzîka kevneşop çiqas otantîk û bihêz bi kar tîne. Albuma „Tu“ ji 11 stranan pêk tê. Yek ji van stranan soranî, yek zazakî, neh jî kurmancî ne.



Xêro Abbas strana „Duzgin Baba“ ya ku xwedîyê gotin û awazsazê wê Mehmet Çapan e û yek ji stranên zazakî ya herî xweş û jê tê hezkirin e, bi şêwayeke nû ya derveyî rêzê distirê. Strana „Qendil“ê jî li gel hunermend Beser Şahîn bi zaraveyên kurmancî, soranî û zazakî duet dike.



Xêro Abbas ji Rojavayê ye û di vê albumê de hêza bestekarîya xwe bi bestekirina helbesta xwişka xwe Zînê Abbas „Rojava“ ya ku bi naveroka xwe li gel êş û kulên kurdên Rojava (kurdistana başûrrojava) hêvî û evîna wan ya jibo welat jî dihewîne, dest nîşan dike.



Albuma „Tu“ li gel berhemên wekî „Xeyidîye“, „Cana Min“ û „Dîlberê“ yên helbestvanê kurd yê binavûdeng Cigerxwîn, bi helbestên Shexo, Cîgerxwîn Temo, Miço Kendeş Û Mudî Starnçêk gelek dewlemend e.



Hilberînerê muzîkê yê vê albumê Hakan Akay di heman demê de hilberînerî û tonmaisterê albuma hunermend ya duyem „Westîyabû“ ku ji alîyê muzîkhezan ve gelek tê hezkirin, jî bû.



Hakan Akay hevkarîya bestekarîya stranên Tu, Dîlberê , Asude jî kiriye û hevalê xwe yê bass gîtarîst Philipp Bardenbergî jî tev li xebata albumê kirîye û albumeke bi reng û xweş derxistîye holê.



Li gel muzîkjenên naskirî yên Stenbolê Orkestraya String a Stenbolê, Omer Aslan, Hasan Gözetlik, Ertan Tekin, muzîkjenên navdar ên li Kölnê tên naskirin jî yên wekî Clemens T. Ort, Klaus Bittner, Fhilipp Bardengber, Roland Bûttgen, Florian Bungardt jî di xebata albumê de cîh girtine.



Album ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.''



http://www.avestakurd.net/magazn/xro-abbas-albuma-tu-derxist-h5732.html



09.04.2014 01:18 | endazer

5. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye.. wekê hemû stranbêjên ji binxetê xudanê gewrî û bilêvkirinek resen a kurdî û kurmancî ye.. eger terza xwe û xemla xwe xirab neke û ayhan evci wî jî ji rê dernexe di mûzîka kurdî de cihê ku ciwanoo şûv hêliştiye dikare bi heqqî tijî bike.. pirraniya stranên wî xweş in û serkeftî ne.. lê strana wî ya bi navê dilber di kirasê tu wesfekî de hilnayê! yanî stran ew qas xweş e û bêkêmasî ye ku axaftinên wî yên tewş û beredatî yên derheqê beşar esed de jî dide jibîrkirin û xêro dide efûkirin..



'dilberam rojê rojê were civînê

dilê min birîndar e tu bikewîne..'







21.10.2013 19:18 | endazer

2. eger li tirkiyê/bakurê kurdistanê ji dayîk bibûya muhtemelen navê wî wê hayri bÛya.. û muhtemelen wê ji bo atatürk gotibûya ne tenê serokê tirkan e serokê me kurdan e jî..





24.09.2013 20:13 | endazer