Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sineta mêran] de;

1. Wek kurdên bi çanda îslamî gihîştî sinet di jiyana me de bûyerek giring e. Ji bo wê sal an çaxek diyarkirî tune ye. Ku zarokê nûbûyî bi gamrûkê bikeve, ji ber vê dibe ku hê gava çilî ye bê sinetkirin, lê wekî din malbat dixwaze wî karî bi şahiyek bike. Sunetçiyên Farqînê çi bigire malbatek ji Tilo bû. Bav û kurek di barîgana sinetê dema ku gerih û kereng derdiketin dihatin, me ji wan re digot “seyid”. Di binê şewqê de kumên kesk li serê wan bû.
Sinet her wekî ku navê wî li ser e, pêkanîna ferzek îslamî û cihûtiyê ye; bûyerek dînî ye. Herçend di sinetan de malî govend bigirin, bileyizin jî ji dawetê bêtir mewlûda xwarinê tê dayîn. Li gora taqeta malê mewlûdek tê dayîn an xwarinek tê çêkirin ku sunetçî û yên hazir bixwin. Mewlûdên malên kurmancan bi xwendina mewlûda Melayê Bateyî pêk tê.
Ji bo karê sinetkirinê divê ku yek ji paşve bi zarokê tê sinetkirin bigire, ku ev kirîva ye. Kirîvatî merivatî danîna bi riya dudiyan e: Merivatî danîn a pêşî bi riya jinanînê ye. Li hin deveran mehra di navbera keç û kurê di malên kirîvan de çênabe, lê li Silîvan usûlek wisa tune ye. Kirîvatiyek dinê jî heye ku li hin deveran jê re “birazava”, li hin deveran jî “saxdoş / saxdiç” tê gotin.



24.10.2013 01:50 ~2020.05.17 21:44 | endazer