Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de] de;

8. ku navê yekî Romî be her tişt jê tê! lê bi ya min problem ne ya Romî ye ya wan her sê jinên ehmeq e ku li hemberî heqaretek ev çend servekirî bi navê suhbetê meşrû dikin û berevajî dixwazin hêrsa deşniyê bitemirînin. deşnî jî bi dîskorseke xelet di şerê li dijî vê kerrîtiya bavsalar de çeper û kozikên sist û leq ji xwe re datîne. leyla qasim û çi? çi hewce ye tu pişta fikra xwe ya ji xwe rewa didî leyla Qasimê??

li Îraqê mafê mêrekî heye heta çar jinan bîne lê li başûr qedexe ye ji loma gelek mêrên ji xelkê başûr diçin parêzgehên Îraqê jinê tînin ser jina xwe. başûrî nizanim çima zêde zêde doxînsist in, ketî û miriyê jinan e û pê re jî zêde exlaqfiroş in wekî navê xwe dizanim ku piraniya wan kesên li ser sosyal medyayê ew wêneyê deşniyê parve kirine pêşiyê di dinyaya xwe ya red light district de ewkê xwe pê nermijandine pê re lê rabûne pêdarê, lê hatine xezebê, lînc û ricmê!



01.05.2020 22:40 ~2022.01.13 11:42 | endazer