Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nusredîn û xatoya şelmo] de;

1. navê kilameka dengbêj huseynê farê ye.. bi qewlê kilamê li ser zilamên kezebkeçik newêrek û tirsonek hatiye gotin.. û di ber re jî têra xwe avêjtiye şêx û mela û bavên ku ji bo next û qelenî keçên xwe bazar dikin didin mêrên kotî û miskînê heram!



''Hay lo delal hay lo delal delal

Hay lo delal hay lo delal

Nusredîno wezê hatime

Şewitiya Şelmo li hember e

Tu yê şevekê were

Têkeve hewşa mala bavê min

Qeflekî berx û miya bive here

Tu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir

Qeza Batmanê bifroşe

Temam têke ser e

Tu yê ji xwe re bide bi tivingê

Bi demançê bi qotek xencer e

Tu yê şevekê werî kêrekê

Li ser dilê qebraxê bavê min bixe

Ew ê herin gilî bikin

Muxtar û ezayê gundê me

Temam bêne ser e

Ez ê perçekî rûnê helandî

Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e

Muxtarê vî zemanî elimandine

Ew ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin

Li oxura xwe here

Ez ê bibêjim gelî musulmanan

Ez şahidim ji vira

Heta roja qiyametê

Ji heftsaliya bavê min de

Evê kula hanê

Li ser dilê vî qebraxê bavê min bû

Hema bi emrê Xwedê dîsa

Deqeyê wî hat dêranê

Ji xwe re daye ser e

Erê hay lo delal hay lo delal

Hay lo delal hay lo delal

Hay lo delal hay lo delal tu newêrî





Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo

Bişewite me bitehtik e

Wele Xato yeka

Bejinzirava devliken e xunxweşik e

Min dî Xato cotê cêrê nû hilanî

Qesda Kaniya Sako dike

Hema li ser kaniyê disekine

Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dike

Xato dilezîne wê gavê

Daw û delingê xwene hil dike

Berê xwe ni dida Kaniyahenê

Çemê Bazo Çaya Balika

Li cem Şêx Sebrî

Li qebraxê bavê xwe gilî dike



Şêx Sebrî digo qîza min

Tu were derdê xwe bibêje

Dîsa sibe ye ji xwe re

Xwedê xêr bike

Erê Şêxê mino

Ezê bi ocaxê te kim

Derdê dilê min evdala Xwedê

pur e ne hindik e

Evî kawisê bavê min

Rojê min ê

Bi heft heva re bazar dike

Eger tu înan nakî

Yek jê Hemoyê Pero ye

Wa ye rûniştî ye li quncik e

Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e

Qumur Ûsuvê Nûrê

Yekî gwurî ye serê wî bikevnik e

Ê lê bedra şêxa heye

Tewrî jê re dibêjin

Sewadiyê wî Belik e

Li ser setê li Kaniyahenê

Rojê barê wî derew û vira dike

Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê

Li qeza Batmanê gilî dike

Bi sonda qesemê

Pênc quruş pere

Di cêva wî qebraxî qe tuneye

Lê çavê wî lê ye

Bi fortan û viran û derewan

Taximê sing û berê min keçikê

Mîna mulkê Kaniyahenê

Li ser xwe

Mor û mezbet û tapû bike

Erê hay lo delal hay lo delal

Hay lo delal hay lodelal tu newêrî

(Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê)



Êlê şêxê mino wele dilê minê

Di yekî de heye

Navê wî Nusredîn e

Yadê rebenê wele bi eslê xwe

Seyd e qebraxo ditirse

Ji xema dilê min re kezebkeçik e

Hawara Xwedê wele sebra min heye

Ez ê soz û qewlê rebî pê re deynim

Lê dayê rebenê wele gava

Bê û min ji xwe re birevîne

Em ê heta Dara Kurê Rewanê herin

Ew ê gaziya şivan û gavanê

Eşîrê gundiya li pey me bê

Le tirsa min ê ji wê tirsê

Wê min di cî da bihêle û bireve

Dîsa kor poşman bi ser

Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne





Erê hay lo delal hay lo delal

Hay lo delal hay lo delal



(Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene*



Derê hay lo delal hay lo delal

Hay lo delal Nusredîno

Êlê Nusredînê min ê

Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e

Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nîno

Ez ê rojê du cara

Û sê cara dibêjimê malxerabo

Ji xwe re were min birevîno

Xwedayê min pê dizane

Qebraxê bavê min

Merivekî pur derewîno

Bi sonda qesemê tu qelenekî

Ji Nusredînê min nastîno

Ez ê dikim û nakim

Qam û qudûm û çoka cinya naşidîno

Nayê bi destê min karîxezalê

Nagire ji xwe re dîsa narevîno

Gidî de hay lo delal hay lo delal

De hay lo delal malxerabo

Çima tu newêrî ''



19.09.2013 08:52 | endazer