Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [24.01.2020 erdheja elezîzê] de;

17. ez wê şevê di rê de bûm. pişt re hîn bûm piştî ji navçeya sîvrîceyê ku wek navenda erdhêjê tê destnîşankirin derbas bûme deh deqeyan erdhêj çêbûye. bi qewlê ekşiyê şansa yaşıyoruz ;)
henek li aliyekî bi vê erdhêjêa biçûk jî derket holê ku ne welatî ne jî dewlet erdhêj xema wan nîne, tedbîr û amadekariyên pêdivî nastînin. hema bêje nîvê erdnîgariya tirkiye û bakurê kurdistanê xetên fayê lê derbas dibin anku metirsiya erdhêjê lê heye. lê pirr kêm kes dizanin dema erdhêjek çêbû divê çi bikin, xwe çawa biparêzin. avahiyên tê de rûdinin li gorî şertnameyên erdhêjê bihêz nakin an qene nadin kontrolkirin. dewlet ji xwe jê re ne xem e belkî bi dilê wê ye jî di erdhêjeke mezin de li stembolê bi mirina gelek mrovan nûfusa bajêr kêm bibe.
bi kurt û kurmancî xwe bi hêviya dewletê ve nehêlin, amadekariya xwe bikin.



27.01.2020 00:15 ~2022.01.13 12:15 | endazer