92. dema mirov dixwaze tegeka twitterê ya ku bi îşareta # destpê dike di tirşikê de wek mijarekÎ veke, mijareke bênav vedibe.. di bin mjarê de jî du peyamên ku berê ji aliyê du nivîskarên tirşikê ve hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin derdikevin pêşberî mirov, muhtemelen ji ber heman pirsgirêkê.. |
|
02.03.2014 01:15 |
endazer
|
87. di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..?? |
|
09.02.2014 19:05 |
endazer
|
83. eger di nav lînkekî de tîpên kurdî hebin, lînk beralî nabe.. çima? |
|
01.01.2014 19:40 |
endazer
|
81. dema ku mijarên di rojekî de hatine vekirin zêde dibin û di rûpelekî de hilnayên yanî di çend rûpelan de tên nîşandan, ji xeynî rûpela ewil rûpelên din nayên nîşandan |
|
30.12.2013 14:57 |
endazer
|
77. ev mîrata lÎnkên jiderve bilxisus jî yên youtubeê wê kengî dest bi kar bikin gelo? |
|
06.09.2013 15:44 |
endazer
|
74. dîsa logoya egesözlükê raserî tirşikê çavê xwe ji me re dineqîne.. ma ez bipirsim? |
|
31.08.2013 18:33 |
endazer
|
66. dema mirov tiştekî di tirşikê de sosyal medyayê de parve dike hê jî di bin lînka tirşikê de logoya egesözlükê dixweye mixabin.. yanî pirs û pirsgirêka min a berê çareser nebûye mixabin.. |
|
21.08.2013 14:21 |
endazer
|
58. lînkên ji derve yên di tirşikê de çima ne çalak û berdest in gelo |
|
17.08.2013 17:37 |
endazer
|
57. dema ez li ser facebookê an twitterê peyamekî an mijarekî ya tirşikê parve dikim di bin parvekê de logoya egesözlükê dixweye.. gelo çima logoyek ji bo tirşikê nayê çêkirin? |
|
17.08.2013 17:27 |
endazer
|
43. pirsgirêkeke din dema ez peyamekî dinivîsim ez bêjim di dawiya peyamê de dixwazim ku li dereka peyamê opsiyona bnr an vbnr an *ekî bikar bînim ev opsiyonên ku ez behsê dikim ji ber xwe de li dawiya peyamê ve tên pêvekirin.. yanî divê ez opsiyona ku dixwazim bikar bînim ji nû ve kopî bikim û li cihê ku ez lê mayîm an dixwazim lê bicih bikim ve bikim an bizeliqînim.. ev jî rê li ber zorî û zehmetiyan vedike.. |
|
12.07.2013 03:40 |
endazer
|
42. ev çareseriya ku ji bo çareseriya pirsgirêka mijarên pir-rûpel tê behskirin çareseriyeke kêm û netemam e.. divê pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin.. ya rast û ya pêwist ew e ku çi dema ez pê li mijarekî aktûel ya ku li layê çepê ya tirşikê bikim rûpela dawîn û peyamên dawîn divê vebe.. wekê din bikaranîna tirşikê û serderîbûn û serwextbûna mijaran wê gelekî zehmet bibe.. |
|
12.07.2013 03:34 |
endazer
|
41. ev çareseriyek seyar e.. divê çawa mirov mijareke vedike rûpela dawîn û peyamên dawîn vebin.. eger ez bixwzim ne peyama dawîn lê peyamên dawîn yên vê hefteyê an vê mehê hatîn nivîsandin ez ê çawa bikim? divê çareseriyek temam ji bo vê pirsgirêkê bê dîtin.. |
|
10.07.2013 19:17 |
endazer
|
39. hê jî pirsgirêka mijarên pir-rûpel nehatiye çareser kirin.. hê jî dema ez dikevim vê mijarê şûna peyam û rûpela paşîn ya mijarê vebe rûpel û peyama pêşîn vedibe.. |
|
10.07.2013 17:49 |
endazer
|
34. belê a niha pirsgirêk çareser bûye.. |
|
08.07.2013 22:22 |
endazer
|
32. wek wêneyê li jor de jî dixweye mixabin pirsgirêk hîn çareser nebûye.. ERÊ? |
|
08.07.2013 21:57 |
endazer
|
31. ERÊ |
|
08.07.2013 21:56 |
endazer
|
26. bi raya min divê ev pirsgirêka tÎpên girdek û hûrdek bi şêweyeke din bê çareserkirin.. dîsan di ferhengên din de derfeta kamûflekirina lînkan heye.. ji bo nimûne dema camêrek bixwaze lînka malperekî bide dikare navê lînkê biguherîne.. û dema mirov tê raserî wî navî fêm dike ku ev nav girêdankeke û diçe malpereke din.. hetta di dawiya wan navan de remz û nîşana girêdankê jî heye.. ji bo tirşikê jî mirov nikare pratîkeke bi vî rengî berdest bike gelo?.. |
|
06.07.2013 16:10 |
endazer
|
24. di ferhengên din ên înterakatîv de formata ferhengê tîpên girdek qebûl nake.. lê tirşik vê yekê ji xwe re nake kul û derd.. çima?! |
|
06.07.2013 16:02 |
endazer
|
22. ne pirs lê pirsgirêkeke din a biçûk dema ez mousea xwe tînim raserî hilbijêrka panelê nivîsek wek 'duyurular and onlaynlar' derdikeve pêşiya min.. hadê min tirkî fêm kir lê ev peyva onlaynê çi quzzilqurtê îcar? * |
|
02.07.2013 21:40 |
endazer
|
21. pirs û pirsgirêkek heye ku min dixe di nav fikar û mitaleyan kûr de.. gelo em ê navên biyanî li gorî alfabêta kurdî an li gorî alfabêta wî zimanî binivîsin di tirşikê de? ji bo nimûne em ê navê bi tirkî yê bajarê îdirê wek ığdır binivîsin an wek igdir?! herwiha ji bo îngîlîzî û zimanên din jî heman pirsa min lê ye û di rewacê de ye.. dîsa ji bo nimûne em ê peyva twîtterê wek twîtter an wek twitter binivîsinin di tirşikê de?! divê moderasyona tirşikê bi bayê bezê ji bo rêyên çareseriyê rist û rêzikên eşkere dane di vê mijarê de nexwe siba-susiba wê ev pirsgirêkek bibe serê sebebê gelek alozî û arîşeyên din.. |
|
02.07.2013 21:37 |
endazer
|
19. eger peyamên derheqê mijarekî de rûpelek tijî kiribe û derbasî rûpeleka din kiribe û dema ku mirov vê mijarê veke şûna ku peyamên dawîn û aktûel bixweyin rûpela pêşîn û peyamên pêşîn yên derheqê mijarê de vedibin û dixweyin.. |
|
01.07.2013 14:42 |
endazer
|
15. kêmasiyeke din dema ku ez mousea xwe bînim raserî mijarekî şûna ku temamê mijarê bitikîne peyv bi peyv sernavê mijarê ditikîne.. ji bo nimûne niha dema ku ez mousea xwe tînim raserî sernavê vê mijarê tenê dikarim peyv bi peyv sernavê mijarê bitikînim yanî bi tikandina sernavê vê mijarê tenê dikarim herim ser sernavên wekê pirsên û pir û tên û pirsînêyê.. yanî siba-dusiba eger ev mijar rûpela xwe tijî bike û derbaî rûpeleka din bibe ez ê nikaribim pê li sernavê mijarê bitikinîm û entryên derheqê mijarê de ji serî de bixwînim.. di sîstema eksîsozlukê de dema ku tu têyî raserî sernavê mijarekî sernavê mijarê çi qas dirêj û pirpeyv be jî binê temamê sernavê mijarê tê nîşankirin û bi derbekî re mirov dikare ne peyvo peyvo lê xwe bigihîne temamê sernavê.. |
|
15.06.2013 01:12 |
endazer
|