Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jihevxistin] de;

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Ew

evîndarê jiyanê ne

Pir dibêjin

Ew

hez ji jinekê dikin

An himbêza wê

An dengê wê

An

hez ji wê bêhna xweş

a ku ji nanê wê ê nûçêkirî,

difûre dikin

an xaniyekî kevin

an roka

li ber ava



Wateya vê evîn e

pir caran

û tim jî

Ko

hez ji jiyanê dikin



Ew in ên

hez ji jiyanê nakin

lê bi tenê

Ramana hezkirina jiyanê

bilind radikin







Ew hez ji jiyanê dikin

mezinahiya siruştê

û mirovahiya ko

bibe malxweyê xwe.

Da ko

vê evînê bixwazin,

ew ê kesên ko

hez ji jiyanê kiribin

bikujin.''



19.09.2013 06:14 | endazer