Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirs] de;

2. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Çiqas dirêj e jîna te?

Çendî kûr e?

Buhayê wê bo te çend e?

Ta kengî tu dê buhayê wê bidî?

Çend dergehên wê hene?

Çend caran te nû dest bi jiyana xwe kir ?

Ma te çi caran

Pêdivî nedît, wê bibezîne?

Eger tu got A,

tu li çarmedorê wê geriyayî,

bi bazinî, an jî bi tengaviyê,

te pê re bazda?



Te çi hizir dikir?

Te çawa dizanî,

Ko tu li dora wê bûyî?

Tu pir caran direviyayî?

Cara siyan wek ya diwan bû?

Bo te baştir bû,

eger te ew rê bi tirimbêlê birrîbûya?

An jî dixwazî bi hêleke din ve herî?

Di gel kê?''



19.09.2013 06:01 | endazer

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Aya ez te tînim bîra xwe,

an jî wan koşeyên te,

ên ku dixwazim maç bikim

û pêsîrên te

ên wisa şaş

mîna pirsê?



gelo hizra te bikim

An jî hizra çavên te ên bel

ên ku dixwazim ramîsim

Û

pora te bînim bîra xwe ?''



19.09.2013 05:59 | endazer