Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kulûba xwendinê ya diyarbekirê] de;

1. kulûbeka berêvarkî ye ku heçiyê dixwaze dikare beşdar bibe û lotikên edebî tê de biavêje.. heta niha carekî beşdar bûme.. serê her hefteyekî an du hefteyan carekî kitêbekî kurdî ji bo xwendinê ji xwe re hildibijêrin û dixwînin û rojekî li hev dicivin û her yek derheqê kitêbê de tişta bi ber ketî û têgihiştî ji yên din re vedbêje.. wekê civînên terapiyê jî ku mirov tê de kezeba xwe hênik û bêhna xwe fireh dike dikare were dîtin.. bi qasê sed metreyekî ji mala min dûr e lê heta niha carekî tenê ez beşdar bûme ew jî ji ber ku min pirtûka wê hefteyê ku behsê dikirin nexwendibû ez gêj bûm û vegriyam malkoka xwe.. siba ciwantirîn nivîskarê kurd ciwanmerd kulek -welê dibêjin- wê bi pirtûka xwe ya dawîn zarokên ber çêm beşdarî civîba kulûbê bibe.. civîn seet 18.30ê êvarî ye û eger bar nekiribin li ofîsê li güneş plazayê wê çêbe..



10.09.2013 01:27 | endazer