87. ez mirandime û cinazê min jî li erdê hêliştiye. ;) |
|
31.01.2023 22:45 |
endazer
|
76. bi navên cuda trolliyê dike, pêşiya cerebeyên wî yên trolliyê kêfa min jê re dihat, lê piştî trolliyên bi navên cûda, bi taybet jî ya bi navê mindal êdî jê ketim şike. ji bo trolliyê zekayeke ekstrem û şiyana ketina dilq û dirûvên cuda divê, lê yek ji wan jî li cem mindal ango cinorek nîne. |
|
08.06.2017 03:30 |
endazer
|
55. nizanim çima lê her tişteka hejê nake, bi gû pênase dike.. dewla serê cinorek sempatîzanên di tirşikê de bêtir xwe li partî û serokê xwe dikin xweyî.. bi qasê nazim û brusk56 ew jî tu tiştî ji siyasê fêhm nake, ez bûma min ê selahtiyeta dengdanê ji wî jî standibûya.. hersê jî li ser siyasetên cuda dixweyin, lê ji eynî qumaşî ne.. xwezî xwe hîç tevil siyasetê nekiribûya û her û her di vir de ji me re behsa serpêhatiyên xwe yên koreya başûr kiribûya.. |
|
05.04.2015 03:46 |
endazer
|
43. ew nivîskarê ku dixwazim bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê bi çarxiştiyekî ji dengê kalê helbestvan yê şirnexî dengê xwe lê bikim; |
|
26.06.2014 21:53 |
endazer
|
41. bi qasê zanim dimil e, (zaza, kirmanc) lê bi piranî bi kurmancÎ dinivîse, ji ber ku di tirşikê de nivîskarên zazanivîs kêm in û zêde nayê fêhmkirin.. kurmanciya wî li gorî kesekî ne kurmanc têra xwe baş e, asta zanîna wî ya zazakî nizanim, ji ber ku bi zazakî nizanim.. |
|
22.05.2014 15:39 |
endazer
|
19. nivîskarê ku tirşik bicih hêliştiye Û aware bûye.. |
|
22.01.2014 21:59 |
endazer
|
16. yek ji demirbaşên tirşikê ye.. ev çenik û çend roj in pêjn jê naye.. xwudê bike ku hema bi silametî be.. |
|
13.12.2013 23:12 |
endazer
|
15. bi siyaset û siyaneta xwe ve qedr û qîmeteka bÎst û çar eyar yê tirşikê ye.. eger fikrên wî yên siyasî şaş bin jî ne ji dileke pîs û xirab derdikevin û ji bo xêr û qenciya kurdan û kurdistanê ne.. nizanim hewce ye bêjim lê ez b xwe ligel gelek fikrên wî yên derheqê siyaseta kurd de me.. ne sempatîzanê tu hêz û hizbekî ye dikare bi serê xwe bifikire û fikrên xwe bi azadî bêyî tirs û pakî û perwa biseridîne.. |
|
24.11.2013 20:13 |
endazer
|
9. mîmar e.. xwezî logoyeke xweşik ji bo tirşikê çêkiriba.. |
|
26.10.2013 22:00 |
endazer
|
8. xwezî di peyamên xwe yên di tirşikê de şûna rojeva kirêt û bêhnpêketî ya kurdistanê behsa cih û warên lê geriyayî, xawrinên xwarî, mûzîkên guhlêbûyî filan kiribûya.. |
|
22.10.2013 14:24 |
endazer
|
6. li gorî dane û agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîne li paytexta koreya başûr li seulê dijî.. lê li seula rengîn çi dike, bi çi ve mijûl e bes xwudê û cinorek dizane.. |
|
30.09.2013 02:15 |
endazer
|
2. eger malpera ku tê behskirin ya wÎ be û welatên ku di malperê de hatine danasîn jî ew bi xwe lê gerihabe rêz û hurmetek mezin heq dike.. û ez ê ji camêrinan re bêjim bila bejna xwe li ber ger û geştên vî camêrî û serguzeşt û serpêhatiyên wî bitewînin stûyê min diêşe an nexwe.. |
|
09.09.2013 23:10 |
endazer
|