Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [torî] de;

1. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.

Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc« li Stockholmê hate weşandin.

Paşê bi navê »Şîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê »Mendik« romanek nivîsand û da weşandin.

Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.

Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, niha li Stembolê dijî.



07.09.2013 18:48 | endazer