Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed ronahî] de;

11. bi xwudê eger rast be nûçe-peyama ser vê re (ne ji serê vî ve) gelekî kêfa min jê re hat.. lê xwezî pêşiyê ji manavê re naveke kurdî li hev anîbûya.. fêkîfiroş, sebzefiroş zêde klasîk in, divê navekî wisa bibîne ku mirov dema seh kir bêje bi xwudê ev peyv ji dest û devê yekî wêje-kar ku di karê xwe de serkeftiye derketiye.. û wekê dî ew jî dikare wekê tirşikê ji bo miştêriyên xwe kampanyaya pirtûkan çêke, mesele kî bi buhayê 50 lÎre ticaretê jê bike bila şaneşÎnekî belaş bi ser de bide.. *



30.12.2014 16:44 | endazer

8. 24ê vê mehê saet 18:00ê wê bi herdu berhemên xwe daristan û bendewarên adarê bibe mêhvanê kulûba xwendinê ya diyarbekir.. wek tê zanîn her du sê hefteyan carekî kulûba xwendinê ya diyarbekir li diyarbekirê şêwira xwendina edebiyata kurdî durist dike, berî şêwirê kitêbên ku wê bên xwendin tên diyarkirin û destnîşankirin û li raya giştî ya xwendevanên edebiyata kurdî tên ragihandin.. eger nivîskarê kitêban bikaribe bê, ji bo şêwirê tê xwestin û vexwendin û di şêwirê de herkes bi dorê pêşiya ya dilê xwe li ser kitêbê dibêje Û eger bixwaze ji nivîskarê pirtûkê pirsan dike, nivîskar jî eger bixwaze bersivê dide..

ev şêwir fînala şêwirên îsal e, yanî wê bi xwendina mihemed ronahî derî û derebeyên kulûbê bînin xwar..



19.06.2014 14:50 | endazer