Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [weşanxaneya ronahî] de;

8. pirtÛkên ku weşanxaneyê ji bo tirşikê bexşandine;



1 medyaya kurdî û medyaya nû - serhad b. rênas (2 heb)

2 daristan - mihemed ronahî (3 heb)

3 neynik û hine - welat dilken (3 heb)

4 romana kurdî - helîm yûsiv (3 heb)

5 mirina egîdekî - mehmet uzun (3 heb)

6 xame sihurî kaxiz şiyar ma - arjen arî (2 heb)

7 kulîlkên be'îvan - arjen arî (3 heb)

8 mextel - şevger çiya (3 heb)

9 fîxana pênûsên nazik, antolojiya helbesta kurdî ya nûjen - evîn şikakî (2 heb)

10 ji başûr, barana helbestê - şêrko bêkes (3 heb)

11 pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn - ömer faruk baran (3 heb)

13 dengvedana lingê avê - sohrab sepehrî (3 heb)

14 hemû berhem - fÛrux ferruxzad (3 heb)

15 heteroglossia - h. kovan baqî (3 heb)



piştî ku konseya rêveber ya tirşikê di nav xwe de rê û şêweya belavkirina pirtÛkan diyar û teyîn kir, em ê dest bi belavkirina pirtûkan bikin.. li hêviyê bin! *

edit: ji ber ku navê pirtûka ömer faruk baran zêde dirêj bû min bi xwe re nedîtibû binivîsim, min niha ji derekî dît û nivîsand, spasÎû destxweşî ji bo hevalê xendekî.. *



15.06.2014 19:10 | endazer

7. îro 39 pirtûk ji bo ku li nav nivîskarên tirşkê bên belavkirin j bo tirşikê bexşandiye.. ligel derfetên xwe yên hindik weşanxaneyeke têra xwe merd alîkerem û letîfedan e, xwudê hez bike bi belavkirina van pirtûkan wê bibe wesîle ji bo gelek kesan ku dilê wan li tirşikê germ bibe.. ez vêsa xwe bidim ez ê lîsta pirtûkan jî binivîsim..



14.06.2014 20:19 | endazer

3. weşanxaneya ku ji camêriya xwe setek ji pirtûkên xwe ji bo tirşikê bexşandiye..

piştî şêwra konseya rêveber ya tirşikê, ya li ser çawaniya şêweya belavkirinê, em ê pirtûkan li nav nivîskarên xwe yên ''xwudê û weşanxaneya ronahî û tirşikê kerema xwe pê re kirî'' belav bikin.. *

ya ku di dilê min de ye, ez dixwazim ev pirtûk bibin para wan kesên ku baş bi kurdî zanin lê haj tirşikê nîn in, deqene bi vê hemlê dilê wan li tirşikê germ bibe û ew jî dest bi tirşikandinê bikin.. di vî warî de heçiyê fikr û pêşniyarên wî/wê heyîn bila kerem ke bêje..



14.06.2014 03:01 | endazer

2. weşanxaneya ku tu dibêjî qey bergê pirtûkên çap dike di powerpointê de amade dike ye.. ew qas profesyonel û ew qas pispor û jêhatî ye.. stêra diîse û diteyîse ya weşangeriya kurdî ye.. edîtorê weşanxaneyê mihemed ronahî ye.. û navenda weşanxaneyê li semta ofîsê ya amedê li raserî cihê berê yê weşanxaneya lîsê ye..



05.09.2013 01:40 | endazer