Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdîkirina twitterê] de;

1. nûçe û mizgîniyeka xêrê ye.. kengî destpê kiriye nizanim lê bi qasê ku dixweye beşeka mezin a termînolojiya twitterê hatiye wergerandin, û beşa ku hîn nehatiye wergerandin jî bi hêviya kedkar Û zehmetkêşên kurdên ku başebaş hem bi ÎngÎlîzî û hem bi kurmancî dizanin ve maye..

sîstema wergerandina twitterê jî wekê ya facebookê ye.. term û têgehên ku dê di twittera kurdî de bixweyin û werin bikaranîn dê ji aliyê wergêrên kurd ve werin wergerandin û ji nav wergerên alternatîv baştirîn werger dê bi sîstema pirraniya dengên wergêran were hilbijartin..

hêvî dikim ku kesên nezan destê xwe lê nedin û kurdiya twitterê jî wekê ya facebookê neherimînin..

https://translate.twitter.com/twitter/pending?sort=LeastComplete



29.12.2013 05:41 | endazer