41. vêga nûçegihana wê ya ji stembolê bal dikişÎne û dil dibijîne ser xwe.. * |
|
30.03.2014 22:20 |
endazer
|
27. kanala ku nizanim ji ber çi nûçegihanên wê dema di dawiya nÛçeyên xwe de navê xwe û navê rudawê dibêjin xwe wiha dişidînin.. tê bêjî qey hemû esker in û li hemberî fermandarên xwe tekmîlê didin.. |
|
28.12.2013 07:11 |
endazer
|
24. kanala ku camêr û ciwanikên ku berê bi derew û dezenformasyonan dev diavêjtinê û direşikandin niha behsa başî û kalîteya wê dikin.. nizanim kanalê xwe rast kir û berê peyka xwe berev îmraliyê ve dagerand an heval bi xwe hesiyan û ji ya xwe poşman bûn.. |
|
23.11.2013 02:11 |
endazer
|
11. rûdawê di bersiva xwe de kevirek qerrase li nava tehta eniya neweyî û bêbextiyên çapemeniya pkkê daye.. ''Pêwîstiya Rûdawê bi pere û pêwendiyên MÎTa Tirkiyê nîne û rayedar û berpirsên PKKê dikarin dema digel MÎTê hevdîtin dikin, li ser vê mijarê jî gotûbêj bikin û lêkolîn bikin..'' |
|
02.09.2013 16:17 |
endazer
|
8. kêmasiyeke din ya mezin ya vê tvyê jî ew e ku bi zimanê tirkî weşanê nake û di weşanên xwe de cih nade bernameyên bi tirkî.. êê babam bi xwudê gelekî normal e ku ehmeqên me yên ultra rêxistinparêz ku bi serê kîrê xwe difikirin û dipeyîvin û dinivîsin û her tişta bi kurdî ye bi eşîrî û teesûb û feodaliyê tometbar dikin rabin û bêjin nêçîrvanê fîrewn emr û dîrektîf ji teceyê standiye û ji bo dijminî û dijayetiya pkkê ev kanal daniye.. çimkî heçiyê kurdistan û welatparêzî ye di bin tekela wan û girava wan a di bin dest û kontrola teceyê de ye.. heçiyê ne ji wan be li dijî wan e.. kêmasiyeke din a mezin ya vê kanalê jî heta êvarê bijî bijiya wan ya ji bo nêçîrvanê fîrewn e heçî nizanibe wê bêje qey camêr xaka xwe ya bindest ji bin destê dijmin bi şerr û têkoşîneke destanewer azad kiriye.. tabî feqîrên kêmaqil yên ku nekarîne û heta hetayê wê nekaribin di heyata xwe de qene ji ezmûnekî jî puanek baş bistînin û belaş û bêpere mafê xwendinê di dibistanên taybet de bistînin radibin kurrên xelkê bi fîrewniyê û nizanim çi quzzilqurtê îtham dikin.. sedam çû vaye esed jî diçe ku siba erdoğan jî here nizanim hûn ê xwe bispêrin kîjan qubletê.. |
|
01.09.2013 01:42 |
endazer
|
5. bi qasê ku ez weşana wê ya li ser internetê teqîb dikim.. heta jê tê li gorî konsept û prensîbên kurdistanî weşanê dike.. du kêmasiyên mezin yê vê qenalê hene yek jê heta êvarî nûçeyên derheqê gendelî û bêexlaqiya ku li xwîn û avika başûriyan geriyaye diweşîne û başûriyên ku hemû kar û xizmetên xwe spartine xulam û xidamên ji welatên wekê hîndîstan û efrîqayê hatine û keftine xem û derdê quzzê jinên têrmakyaj û qûnbeş û singfireh dihetikîne û dike ku ji şerman nekaribin derkevin ji derve.. û kêmasiyan dî ya mezin jî strana ''bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me'' naweşîne.. û nûçeyên anfê û yên azadiya welat naweşîne.. filan.. |
|
31.08.2013 18:23 |
endazer
|