Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sedema navên tirşikvanan] de;

5. rojekî li ser mailê simurg56 ji min re peyamek şand û got min malperek bi navê tirsik.net vekiriye û tê de ji bo te hesabek bi navê ''endazer'' vekiriye, şîfreya te jî ev e! ;)
endazer ji ber ku maila min a li ser gmailê endazer e.
çîrok û çÎvanoka endazer jî; hêj ez diçûm lîseyê meyl û mereqa min li ser endazyariyê hebû, rojekî min li ferhenga kurdî nêrî bê ka bi kurdî û kurmancî ji bo ''mühendis/engineer'' çi dibêjin, min peyva endazyar dît lê kêfa min jê re nehat, ya rastî hê jî kêfa min jê re nayê, j bo xatirê yekîtîparêz û standartîzasyonxwazan bikar tînim, min jÎ li gorî zanîna xwe ya wê demê peyva ''endazer'' afirand ji bo endazyar. û bi wî navî jî li ser hotmailê ji xwe re hesabek stand.
çîroka me çû diyara, rehme'l dêûbavê guhdara! ;)



15.11.2016 01:09 | endazer