Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çirûskîzm] de;

11. navê ekol û pirtûkeka teoriyê ya rênas jiyan e.. berî her tiştî di warê nivîs û fikriyeta kurdî de bi taybetî ya li bakurê kurdistanê de tişteke nipûnû ye.. li nav berhemên wêya kurdî ya li bakurê kurdistanê de emsalê vê pirtûkê nîn in.. û wekê her tişteka nû normal e ku bertekên neyînî bikişÎne ser xwe.. lê şiroveyên neyênî yên ku heta niha li ser vê pirtûkê hatine kirin, kifş e ku ne li gorî naveroka pirtÛkê lê li gorî ezber û klîşeyên qalibgirtî ne.. ev du roj in min dest bi pirtûkê kiriye û heta vêga û vê saetê min 30 rûpel jê xwendine tevî ku pirtûkeka teoriyê ye, lê mirov jê aciz nabe, zimaneke taybet yê poetîk yê rênas jiyan heye, ev ziman berê di gotarên xwe yên di pirtÛka xwe ya ceribandinê ya bi navê ji şevê re çend têgehên dera hanê de jî bikar anîbû.. min temamê pirtûkê nexwendiye, ji xwe piştî ku ez pirtûkê xitim bikim ez ê bi dorfirehî fikra xwe ya li ser pirtûkê û çirûskîzmê binivîsim.. lê dema min şiroveyên li jor yên ku dibêjn çi îşê rênas jiyan bi felsefeyê û psîkanalîzê re heye, bila here helbestan binivîse dît, ez pê aciz bûm, ev yek neheqîyek e mezin e hem li renas jiyan û hem jî li wêjeya kurdî.. ji ber ku îro di nav nivîskarên kurd ên ji bakurê kurdistanê de bikaribe bi vî karê ku rênas pê ve rabûye ve rabe, her dîsa rênas jiyan e.. berê ji bo rehmetiyê arjen arî jî digotin bila çÎrokan nenivîse, çi îşê wî bi çîrok û çîvanokan heye bila here helebstan binivîse, lê wekê ku ji çîrokên rehmetî dixweyin, di warê çîrokbêjî û çîroknivîsiyê de tu kes nikare avê li desta bike.. li gorî min firşik û haveynê nivîsê îlham e û helbest jî îlham bi xwe ye û heçÎ kesê ku xwudê tealaa kerema xwe û îlhama xwe pê re kiribe di warê nivîsê de her cure û celeb jê tê..

xwudê kerem û îlhama xwe bi rênas jiyan re kiriye Û rênas jî ji tişta ji qelema wî tê, ji me texsîr nake..



25.01.2014 18:13 | endazer

9. rênas jiyan di paşgotina mexzena xwînê de dibêje:



''Zimanê çirûskîzmê, zimanê maran e ango jahrîn e, û ev jahr hûtê hundirê mirov ê metebolîzmaya wî dagir kiriye dikuje. Di qirna em tê de ne,kes,ji ber otorîte,sîstemên desthilatdar û alavên gemarî û genî xwe najî an jî hûtê hundirê wî ji dêvla wî/wê dijî û biryarên ku divê ew bidin, hût ji dêvla wî/wê didin, ew hût împaratorîya xwe di ruhê wî/wê de avakiriye, kesayeta ku dagir kiriye li gora dilê xwe bi rê ve dibe. Zimanê çirûskizmê yê marî û herweha yê jahrî bi pêvedanekê van hûtan dikuje û kesayeta orijîn ji nav lepên wan difilitîne. Çirûskîzm ne agir e, ne tofan û ne jî lehî ye, yanî ji wesfen mezin û bandora wan pir nehatiye pêk hatin, hew çirûskeke birûskê ye, di enerjiya çirûskeke birûskê de ye, di ronkaya çirûskeke birûskê de ye, qederê çend saniyan ronahiyekê çêdike û dû re her der dîsa vedigere tarîtiya xwe ya berê, di hundirê van saniyên ronî de, yên bixwazin dikarîn bi qasî tiştên têra despêkeke baş bikin bibînin, ger ew bixwazin dikarin ev çend saniyana firehtir û bilintir bikin, ger nexwazin wê dîsa di tariya xwe de bimînin. An jî di roniyê de çirûskeke reş e, yên bixwazin ji roniyê xelas bibin dikarin wê ji xwe re bikin mestere; ku nexwazin dikarin di nav roniya xwe de bijîn. Kesayeta çirûskist ne di taybetmendiyên mirov û ne jî di taybetmendiyên lawiran de ye, hebûneke bêzayend e; ne nêr, ne mê û ne jî neromê ye,tebayekî nuh e, ew cilebekî li ser rûyê erdê yê nuh e, ew tiştekî din e, tişt e, lê heta niha ne tiştên heyî ye.

Wek mînak; kevçî, gul, av, genim, Nietzsche, hesp, kêzik, pênûs, Rimbaud, kevir, giya, Sartre... Çawa ev mînak bi serê xwe celebek bin ew jî celebek ji hemû celebên din cuda ye, tiştek e, ne weke tiştên din, kesek e, ne weke kesên din. Navekî nuh, dirûvekî nuh, ruhekî nuh, pîvaneke nuh, rengekî nuh, nuhbiîneke nuh...

çirûskîzm, di bahra ruh de çirûskên li ser avan dibiriqîne ye, di çavên kul yên digirî de rondikên stêrkî yên gerdîinî ye, di destê sibê de teqîna tîrêjên tavê ye, di tariyê de reqsa biriqandina li ser şûrê helbestekê ye.''



17.10.2013 22:42 | endazer