Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yilmaz erdoğan] de;

34. Di helbesta xwe ya bi navê yaşayabilme ihtimaliyê de dema behsa rêwitiya xwe ya ji enqereyê berev Colemêrgê ve dike dibêje bir "bir ülkeden bir iç ülkeye" ji ber vê rêzikê demekî bibû kelemê çavên xwendeyên tirk.
dîsa di pirtûka wî ya bi navê hüzünbaz sevişmelerê de bi navê kaldır başını ciğerim helbestek heye behsa du gerîlayên PKKê dike ku ji ber hej hev kirine û bi vê hejhevkirinê li dijî rêzikên rêxistinê derketine wê bên înfazkirin.
bi navê bir demet tiyatro şanoyeka wî heye cara ewil e şanoyek wekê rêzefîlmekî li ser televîzyonê dihat weşandin. wan deman min nedikarî temaşe bikim lê çend berê min li ser înternetê temaşe kir, li gorî dema xwe rêzeşanoyeke pir serkeftî bûye. Heta dikarin bêjim di nav hemû berhemên wî de ya herî serkeftî ev e.



09.05.2020 21:58 | endazer

25. li antalyayê gelek milk û emlakên bavê wî -nazım erdoğan- hene, li ser bextê hevalekî dibêjin bavê wî jî yekî wekê kurê xwe şîrheram, bitima û çavbirçî ye. ji xwe di hevpeyvîneka xwe de dibêje; ''kürt sorunu yabancı ülkeler tarafından ülkemize ihraç edildi.''



03.11.2016 22:27 | endazer


14. derhênerê ji dara hênê ye.. heqqet gelo çima ji dara hênê derhênerek dernakeve û em jî têra dilê xwe serî li peyvan gêj û gêr nakin.. û ji xwe re pê naleyîzin..



25.09.2013 01:27 | endazer

5. lawê popûlarîteyê ye. esnaf û ticarek zir zîrek e.. dikare afîşên fîlmên xwe li axê bipêçe û bifiroşe.. herwiha bergên pirtûkên xwe jî. ji roja roj de zêde kêfa min jê re nayê û dilê min lê rûnane.. vê taliyê bi fÎlma demsala gergedanan sînematografiya bahman ghobadi jî lewitand.



24.08.2013 19:59 ~2022.01.13 11:35 | endazer