Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmûd berazî] de;

6. di nav hemû Kurdan de min mirovek -ne tenê du nav mûzîsyenan de- ev qasî serkeftî ku di asta cîhanê de berhemên hunerî diafirîne û pê re jî ev qasî nefsbiçûk û ji vîtrîn û camekanê dûr nedîtiye. bila li eslê xwe bipirse teqez ne kurd e.
stara Xwudê li ser be!
Û yek jî divê hemû berhemên wî tenê ji hesabekî bên parvekirin ku hejmara dîtina vîdeoyên wî bê xwuya û bikaribe nanekî ji xwe re jê bixwe.



24.05.2020 20:20 | endazer

1. mûzîsyen û amûrjen -ez ne xelet bim piyanoyê dijene- û aranjman û komposereke kurd e, ji paşnavê wî mirov dikare lê bîne der ku ji rojavayê kurdistanê ye, mixabin li ser netê mn tu zanyarî li ser şexsê wî nedîtin, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, dîsa ji bo hinek kilamên dengbêjên wek şakiro, baqî xido û çend stranbêj û dengbêjên din ên zêde nayên naskirin, bi forma mûzîka orkestral paşfon çêkirine. ligel orkestra heskîf û mizgîn tahir gelek xebatên wî hene, strana ez kobanê me, ku gotinên stranê yên mizgîn tahirê ne, jî yek ji wan e, di nav stranên ku ji bo kobanê û şoreşa rojava û şerê li dijî daişê hatine çêkirin de piştî wan herdu xebatên dilşad seîd; pêşmerge û şengal, ya herî xweş û profesyonel e bi dilê min.

û niha min ferq kir ku mûzîk û aranjmana albûma dawîn ya serhado jî evî xweşmêrî girtiye ser xwe.



çend nimûne ji wan stranên wî;



dengbêj şakiro - çiya û deşt ;



dengbêj ezîzê simê - ji bo şengalê ;



dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e ;



Dengbêj behiye geverî - were eman ;



orkestra heskîf - ez kobanê me ;



dengbêj ebdilezîzê leşker - soundtracka fîlma ''mast'' ;



orkestra heskîf - soundtracka fîlma ''küçük kara balıklar'' ;



11.09.2016 04:20 | endazer