Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mizgefta mezin a amedê] de;

1. mizgefteke kevnar û dÎrokî ye, li gorî gotinan dibêjin berî niha, wek perestgeha zerdeştiyan hatiye avakirin, paşê dema bajêr dikeve destê xaçperestan de, perestgeh dibe dêr, û dema dikeve destê misilmanan de jî dibe mizgeft. li hewşa vê mizgeftê saeteka tavê ya îsmaîl ebul-îzê cizîrî heye, kengî hatiye çêkirin nayê zanîn lê li gorî texmînan sala 639an bûye mizgeft.

niha melayê vê mizgeftê yekî bi navê mele seîd e, hema bêje her heftî ji ber wez û xutbeyên wî li mizgeftê şer û gengeşî çêdibin. yekî nêzî akpê ye, û gelek caran di wez û xutbeyên xwe de wesfên akpê dide û xelk jî di ber de radibin.

li gorî nûçeyekî îro jî mesele aniye ser teqînên van çend rojên dawÎn û rexneyên tûj li pkkê girtine ji nav ceametê yek rabûye û bersiva wî daye, gotiye şeş mehan mizgeft girtî ma, çima rojekî te rexneyek li dewletê negirt; http://rudaw.net/turkish/kurdistan/1908201610



20.08.2016 00:05 | endazer