Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên tirkî yên ko ji kurdiyê hatine wergirtin û wergerandin] de;

17. (bnr: ibrahim tatlıses) - (bnr: oy emine)



İbrahim tatlises ev stran ji strana bi navê semîraya Erdewan zaxoyîî diziye û navê wê kiriye "oy oy oy emine/çekme beni yemine"



https://www.facebook.com/photo.php?v=10150160824813654&set=vb.747123653&type=2&theater



08.04.2014 00:37 | endazer

16. (bnr: ankaranın taşına bak)



09.03.2014 22:43 | endazer

9. ne yek û ne dido ne, ez ê rojekî bi dorfirehî binivîsim, lê heta hingî wek çend nimûne;



(bnr: aman doktor)

(bnr: indim havuz başına)

(bnr: fincanın etrafı yeşil)



09.02.2014 14:21 | endazer

5. li gorî îdîayaekî ku ez jî piştrast nîn im strana bi navê yıkılmadım ayaktayım ya mehsun kırmızıgül jî bi eslê xwe kurdî ye û hatiy dizzîn û wergerandin.

j vir mirov dikare guh bidêre kurdiya stranê: https://www.facebook.com/photo.php?v=245405052224426



21.08.2013 13:55 | endazer

4. strana bi navê hepimiz kardeşiz ya stranbêjê tirk ê doşirme ku bi eslê xwe kurd e lê kurdîtiyê bi ser milê xwe re nabe bi eslê xwe kurdî ye ji aliyê mehsûnê dizzek û tirrek ve hatiye dizîn û wergerandin.. strana orjînal ya kurdên xoresanê ne.. di lÎnka li jêr de mirov dikare eslê stranê ji dengê stranbêjê kurd ê ji xoresana rojhilatê kurdistanê guhdarî bike..



21.08.2013 13:47 | endazer

3. dîsa strana ku me bi navê fincanın etrafı yeşil dizanî bi eslê xwe goraniyeke bi zaravayê soranî ye û heta niha min bes ji dengê naser rezzazi guhdarî kiriye.. .



21.08.2013 11:20 | endazer

2. strana ku heta van çaxan jî me bi navê ada sahilleri dizanî bi eslê xwe goraniyeke soranî ye û ji hêla gelek goranîbêjên soran û kurmanc ve hatiye gotin..

mazhar xaleqî:



şahiya stranan:



nîlûfer akbal:



parwaz hussein:



21.08.2013 11:17 | endazer

1. ''Gava ku hinek tişt bêxwedî bimînin, ji êrîşên talankera re dikevine rewşeke guncan. Talanker tên wan tiştên giranbuha û bêxwedî cerd dikin û dikin malê xwe. Mixabin çand, huner, kelepor û wêjeya Kurdan ji bêxwedîtiyê tûşî talankirina talankeran hat.



Talanker radibin bi xwe dipesinin; dibêjin me xebateke gelek giranbuha kiriye û çanda me çiqas dewlemend e hûn dibînin. Qet tu carî behsa cerdevanî/talankeriya xwe nakin.



Ew bûyerên ku hatine serê ziman, çand, wêje û hunera gelê Kurd, bila neyê serê gurên çiya. Bi her awayî çand, ziman û hunera Kurda bi destên devşîrmeyan hate talankirin. Ev çand û hunera bêhempa devşîrmeyan ji bo berjewendiyên xwe talan kirin. Ev devşîrmeyên ku wêrekiya wan tunebû van stranan bi Zimanê Kurdî bêjin, rabûn van stranên gelekî xweşik, herimandin û wergerandine Zimanê Tirkî.



Rûyê xwe reş kirin û xwe di nava gelê Kurd de bêrûmet kirin. Navê wan ê di pelên dîrokê de wek talanker were nivîsandin.



Di Tebaxa sala 1926an de cara yekemîn di berpirsiyariya Gerînendeyê Daru’l Elhanê Yusuf Zîya Beg de li her aliyê welatê Tirkiyeyî seyahat hatine lidarxistin û stran hatine berhevkirin. Rêvebirên wê demê dixwastin çiqas stran hene berhev bikin û teva wergerîne zimanê Tirkî. Armanc ew bû ku her tiştî wergerîne zimanê Tirkî û Kurda asîmîle bikin.



Di Îlona 1926an de ji heyeta Dar’ul Elhanê ; Rauf Yekta, Duru Turan û Ekrem Besîn ji Edenê dest pê kirin û li gelek cihê Anadolê geriyan, li Riha û Dîlokê jî geriyan 250 stran berhev kirin. Van stranan teva tomar/qeyd kirin.



Di sala 1938an de cara duyemîn di berpirsiyariya Konservatuara Enqerê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve seyahat hatine lidarxistin. Ev seyehat, di du mehan de hatine kudandin. Ev xebatin hanê di bin serokatiya Ulvî Cemal Erkîn, alîkarên wî Muzaffer Sarîsozen û Arîf Atîkan de hatine kirin. Muzaffer Sarîsözen bi eslê xwe Amedî bû. Di encama seyehatên xwe de; ji Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Mereş û Seyhanê 491 stran berhev kirin.



Seyehata sêyemîn di sala 1967an de di berpirsiyariya TRT de tê lidarxistin û 1788 perçe têne berhevkirin.



Di sala 1976a de di berpirsiyariya Wezareta Çandê de gera çaremîn li herêma Rihayê tê lidarxistin. Ji herêma Rihayê 300 heb stran têne berhevkirin. Piştî berhevkirina stranên Kurdî ev stran; minanî Devokê Rihayê, Devokê Amedê û Devokê Dîlokê hatine dabeşkirin.



Berhevkirina van stranan karekî gelek bi qîmet be jî, lê bele tiştê herî kirêt ew e ku ev stran wergerandine zimanê Tirkî û ew dahilê çand û hunera Tirkî kirine û karê gotina van stranan jî dane hinek Kurdên xwe nenas. Wan mirovan ev stran bi zimanê Tirkî gotine.



Li Tirkiyeyî ji salên 1960î vir ve hin kesên Kurd, stranên Kurdî bi navarokeke din zivirandine zimanê Tirkî û bi vî awayî dikin nav piyeseya mizîkê ya Tirkiyeyê. Gelek kilam û stranên Tirkî, bi melodî û ahenga stranên zimanê Kurdî yên gelêrî hatine gotin. Ev bûne malê ziman, çand û wêjeya Tirkî. Lê belê îro ev rûreşiya wan derketiye holê, tu qîmeta van xebatên



wan nemane û dawiya vir, derew û cerdiya/talankeriya wan derketiye holê. Em tev jî van kesan nas dikin û ne hewceye ku em navê van kesa bidin. Jixwe gelê me van kesa nas dikin.



Stranên Kurdî yên ku melodî, muzîk û naveroka wan wergerandine zimanê Tirkî hinek ji wan ev in:



1-Kürdün gelini -Türkün Gelini

2-De Lorî -Şey Yani

3-Mûmik - Bir Mumdur İki Mumdur

4-Henê Bînin Li Teyştê Kin-Kınayı Getir Anı

5-Di Dinê De Sê Tişt Hene-Bu Dünyada Üç Şey Vardır

6-Lewo Destên Min Berdfe-Makaram Sarı Bağlar

7-Lê Dotmam-Ben Yetim

8-Pêşmerge- Zurnaci İbo Dayı

9-Canê Canê-Caney Caney

10-Ez Kevok im-Hele Yar Zalim Yar

11-Leyla-Leyla

12-Lê Nazê-Nazı

13-Lê Xanimê-Le Hanım

14-Lûrke Lûrke-Lorke Lorke

15-Cotkar-Beyaz Gül Kırmızı Gül

16-Zara-Öleyim

17-Xanê û Xwedêda-Ben Anayım-Ben Babayım

18-Çawîş Xana Leyla-Çavuş Kızı Leyla

19-Lo Berde-Makaram Sarı Bağlar

20-Lûrke Lûrke-Diyarbakır Güzel Bağlar

21-Sînemê-Zap Suyu

22-Esmera Min-Kibar Yarim Esmerim

23-Edlê Yaman-Ay Akşamdan Işıktır

24-Por Zrîn-Toycular



Piştî van talanan, Birêz Şivan PERWER di heqên wan de’wa vedike. Niha jî hinek deweyên wî didomin. Lê belê di sala 2011an de de’weyek ya ji ber dizî û talanê encam dide. Hunermenda ku strana De Lorî ya ku bêyî destura wi ku wergerandibû Tirkî û bi navê Şey Yanî derxistibû, hate mehkumkirin. Mehkemeyê de’waya Şivan di cih de dîtibû û heqê tezmînatê ji vê stranbêjê girt. Ev qerar di rojnameyên Tirkiyeyê de hate weşandin.

Ew stranên ku me li jorê navê wan dane ne ew tenê hatine talankirin. Gelek nirxên ku malê Kurdanên hatine talankirin û ku kirine malê çand û hunera Tirkî û zimanê Tirkî. Bela ku çand û hunera Kurda bêxwedî ma ew hate talankirin. Divê em li çand, huner û wêjeya Kurdan xwedî derkevin û li her deverî wan biparêzin.



Çand, huner û wêje

Stranên xwe tu bêje

Kurdî gelekî bi çêj e

Xem û derdan biavêje



Stran dîroka Kurda ne



Serpêhatiyên mêra ne



Ew sirûdên şêra ne



Hêlînên evîndara ne



SILAV Û RÊZ….

Nîşe: Ji bo ronîkirina zêdetir, hûn dikarin serî li Gotara Abdulkerim Bülbül a bi navê “Kürtçe Şarkılar Nasıl Türkçe Oldu” û pirtûka Abdullah Încekan a bi navê “Şivan Perwer Efsaneya Zindî” bixin. Min di vê xebata xwe de gelek sûd ji van herdu camêran wergirt. Ez sipasiyên xwe pêşkêşê van herdu camêran dikim.

- See more at: http://hurbakis.net/content/talankirina-stranen-kurdi#sthash.e75i1vkx.dpuf ''



21.08.2013 11:13 | endazer