Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êzîdî kî ne] de;

1. navê pirtûka nû çapbûyî ya Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan e. Zarok û ciwanên êzîdî pirsan li ser dîn, nasname û penaberiya xwe dikin, ji hêla Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan ve, ev pirtûk bi şêweyekî zanistî hatiye nivîsîn. Pirtûk di nav projektê tendurustî yên mezin li Elmaniya yê bi nave MiMi ( ji penaberan, bo penaberan) hatiye weşandin

Prof. Ilhan, çend pirsên provokatîv pêşkêşî ciwanên êzîdiya dike:

1. Êzîdî kî ne? Çawa mirov dibe êzîdî?

2. Eger êzîdî bi hinek ne êzîdî re bizewice, dê çi bibe?

3. Bo çi gelek tişt li êzîdiyan heram û qedexe ne (nimûne Xas, goştê berazan)

4. Çima gotina xerab?! Nayê gotin

Bêguman gelek pirs ên din hebûn, ku ji wan nehate pirsiyarkirin, bo nimûne Reformên zewacê, Sed û hed etc.

Ji bîra Prof.Dr. Ilhan neçûye, ku hinek agahiyan li ser êzadeyetiyê, simbolên, rêûresim û tîtalên wan.

Çendî bi kurtî jî be, behsê, Lalişa nûranî, şêx Adî, Pirtûkên wan ên pîroz (mishefa reş, Cilwa), Tawisî Melek, Cejnên wan, kultûra devkî, çîroka afirandinê, çak û xasên wan, etc…

Ji bilî wê jî, li ser kêşeyên şer û kartêkirina wê li ser derûna mirovên bindest û bi taybetî êzîdî û sedema hebûna wan bi vê hejmara gelek li tarawgehê(diyaspora) ne.

hêjayî gotinê ye, ku Prof.Dr. Ilhan pisporê derûnî û hevguncîne(intîgrasiyonê) ye û di vî biwarî de, gelek pirtûkên xwe yên li ser zanistîya sosyalîsazyonê û pirsgirêkên koçberîyê nivîsandine.

Ev pirtûka wî ya nû jî, hem pirtûkxana kurdî û hem ya elmanî jî dixemilîne.

Pirtûk ji hêla weşanxaneya VWB (Verlag für Wissenschaft und Bildung) ve bi almanî û kurdî/kurmancî, hatiye çapkirin.

Jibo danasîna pirtûkê, weha hatiye nivîsîn: “ Ev pirtûka li ber destê we, ne pirtûkeke perwerdehiya olî ye, belê diaylog û guhestina zanistê di navbera Prof.Dr. Ilhan û genc û zarokên êzîdiyan de ye”

Ev pirtûka ya ku lêkolîneke zanistî ye, ji hêla Wezereta Întegrasyonê (hevguncîn) ya Eyaleta Baden-Württembergê û piştgiriya Le Monde Diplomatique kurdî, bajarê Pfozheim, EMZ û projektê MiMi, ji penaberan bo penaberan.

Bergên wê bi tabloyên hunermendê şêwekar yê kurd ahmet güneştekin hatine xemilandin.



19.08.2013 04:05 | endazer