Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin] de;

8. peyvên ku mamoste û sosyologê kurd adnan fırat tibabek jê ji derdora xerzanê berhev kirine û her roj çendekî jê li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike ne..

hevalekê min ê torî jî ji derdora herêma torê bi qase hezar peyvên di ferhengan de hilnehatine dane hev.. min jî dil heye ku eger rojekî vegerim cizîrê peyvên xas yên cizîrê berhev bikim..

peyvên ku mamoste adnan fırat li ser hesabê xwe yê facebookê parve kirîn xwudê hez bike ez ê yeko yeko di tirşikê de ligel wate û salix û nasnameya wan binivîsim û tomar bikim..li bendê bin..



05.12.2013 01:33 | endazer

7. (bnr: totme)



22.09.2013 20:33 | endazer

6. peyvên ku pêwist Û li ser milê her nivîskarekî/a tirşikê ferz e ku di tirşikê de bi wateyên xwe û çend nimûne û mesterên di nav hevokan de binivîse û tomar bike û wek mîras ji nevî û nevîçîçirkên xwe re bihêle.. ez bi xwe kengî li kû derê peyv û têgeh û biwêj û dijûn û nifir û dua û gotineka pêşiyan ji dev û deverinan dibihîsim tavilê li ferhenên berdest dinêrim eger tunebin di tirşikê de mijarekî vedikim û di bin mijarê de wek peyam dinivîsim.. (bnr: armancên tirşikê)



18.08.2013 23:35 | endazer