Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [denozer72] de;

16. hevalê min ê malê jî ketî û miriyê vî fenomenî ye, her roj destê wÎ de telefon wekê derwêşeke bicizbêketî li dora min diçe û tê û bi vaynên vî camêrî dikene. gelek vaynên wî an zêde amator in an jî teqlîd in, ji ber wê kenê min pê nayê, lê ew vayna wî ya min di peyama xwe ya din de lÎnka wê daye, gelekî ez kenandim û kêfa min anî. erê kenê min bi gelek vaynên wÎ nayê, lê ji ber ku vaynên wÎ bi kurmancî ne, ji ber ku di hin vaynên xwe de cih dide rastî û diyardeyên civaka kurdî -wek pêşgîra mêvana, telika mêvana, balîfê mêvana, şekirê mêvana - ez li cem hevalê xwe vaynên wî reş nakim, heta gelek caran , çi qasî kenê min neyê jî, devê xwe beş dikim. *



28.07.2016 17:44 | endazer

5. Bi vê vayna xwe Here lînkê ez ji kena kuştim. Û gelek bîranînên min ên zarokatiyê bi bîra min xistin.



25.07.2016 14:32 | endazer