Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kêr ketin] de;

1. biwêjeke kurdî ye bi du awayî tê bikar anîn.. yek jê ji bo mirovan û ya din jî ji bo sewalan..

ji bo mirovan; dema mirovek gelekî biweste û ji hal bikeve ev biwêj tê bikar anîn.. çend nimûne:

gazin ji yekî/ê kirin; "em ji kêr bikevin, tu peşk av nade me"

xwe li erdê dirêjkirin; “weke jikêrketiyan xwe li erdê gêr kiriye”

hin caran ji yên tiral re dibêjin, “Jikêrketiyo!” an ”Jikêrketiyê!”

ji bo sewalan: gava berî sewal an heywan mirar bibin û bêne serjêkirin xwarina goştê wan helal e, lê gava "ji kêr bikeve" ango kêr negihêje ser wan goştê wan heram dibe..



06.08.2013 07:44 | endazer