282. mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê re hat û te xwest ji WhatsAppê parve bikî, nikarî. divê bişkoja parvekirinê hebe li biniya her peyamekê. bijkoja gilîkirinê ji xwe min beriya niha behs kiribû. |
|
24.05.2020 20:31 |
endazer
![]() |
277. Divê di binê her peyam û mijarekî de bijkoja "gilîkirinê" hebe ku peyam û mijarên derî formatê ji aliyê moderatoran ve bên dîtin û sererastkirin. |
|
26.04.2020 00:03 |
endazer
![]() |
215. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?! |
|
07.09.2016 02:55 |
endazer
![]() |
161. carina li milê rastê hin caps û wêne derdikevin, ji bo bi qebareya mezin bibînim ditikînim lê tu tişt nayê nîşandan.. |
|
24.07.2015 01:20 |
endazer
![]() |
150. hin peyamên ku min nivîsandine li jêr peyamê navê nivîskar, dema nivîsandina peyamê û jimareya peyamê dernakeve, her wisa di wan peyaman de peyam hilnayê di nav valahiya peyamnivîskê de, û ji ber vê jî bi pirranî dawiya her risteka peyamê nayê xwendin.. ji bo nimûne peyama pêşiyê ya li jê vê mijarê; (bnr: geldi yine tipini siktiğimin) |
|
20.05.2015 17:19 ~17:35 |
endazer
![]() |
148. gava di peyamekî de çend lînkên wêneyan bi hev re didî, hemû wêneyên din jî wekê wêneyê yekê dixweyin.. |
|
20.05.2015 04:49 |
endazer
![]() |
141. ji min bi xwe re ne lazim e, lê ji bo canik û camêrinan, opsiyona blokekirina hinek mijar û nivîskaran hebe, wê baştir be.. yanî ez bêjim yek naxwaze peyamên min bixwîne, divê bikaribe min li cem xwe bloke bike û peyamên min li cem xwe nebîne, di ekşiyê de ev sîstem hebû.. |
|
10.05.2015 17:38 |
endazer
![]() |
133. berê hatiye gotin gelo nizanim, hejmara peyaman, dema yek peyama xwe jê dibe, hejmara peyama li dû wê peyama jêçûyî dîsa wek xwe dimîne, gelek caran tu pêl mijarekî dikî, peyama ewil hejmara wê ''dido'' ye, an carina li jêr mijarekî de 20 peyam hene dixweye lê dema tu pêl hemûyan bibîneyê dikî, 20 peyam tê nîn in.. |
|
11.04.2015 00:21 |
endazer
![]() |
92. heçî kesê bivê dikare bi navekê di sîstemê de heyî hesabeke nû ji xwe re veke.. yanî kesek dikare bi navê endazer an simurg56 hesabeke ji xwe re veke.. ji xwe di sîstema berê de jî ev kêmasî hebû, heta camêrekî bi heman navê hevalê hûn çawanin hev.. hesabek vekiribû.. siba dusiba dibe ku bibe sebeba bikaranînên xirab û ev yek jî dibe ku serê tirşikê biêşîne.. |
|
26.12.2014 17:51 |
endazer
![]() |
90. bi ya min kêmasiya herî mezin ya tirşikê ew e ku li ser înternetê di netîceya lêgerînên li ser motorên lêgerînê yên wekê google û yandexê de tirşik an dernakeve an eger derket jî di rûpelên paşîn de derdikeve.. nizanim ne ji eyarên optîmîzasyonê ye ne ji tişteke din lê ji bo reklama tirşikê kêmasiyeke mezin e, ji bo nimûne nîvê emrê min bi navê endazer li tirşikê bihurî û bi navê endazer li ser înternetê ji xeynî navê min ê bikarhêneriyê hema bêje tiştek nîne lê dema ez navê endazer digogilÎnim tirşik di rûpela sêyemîn de derdikeve û mijara ku bi endazerê re eleqedar di tirşikê de derdikeve jî îstatîstîkên tirşikê ye.. an dema ez keyworda navên kurdî yên unîseks digogilînim ku bi vî navî tenê di tirşikê de heye ev mijar lê di rêza duyemîn de derdikeve.. |
|
26.12.2014 05:36 |
endazer
![]() |
63. dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov.. |
|
23.05.2014 14:51 |
endazer
![]() |
60. dema ku di qutiya lêgerînê de mirov dixwaze li mijarekî bigere, divê pêşiyê mijara ku lê digere derkeve, lê ne welê ye, li gorî rêzkirina alfabetîk mijar derdikevin.. yanî ez bêjim ez ê di tirşikê de li mijara kurdî bigerim, li gorî rêzkirina alfabetîk ev mijar derdikevin; |
|
23.05.2014 05:06 |
endazer
![]() |
48. logoya tirşikê ye bêguman, heta li welateke wekê erebîstana siûdî modern û medenî jî bacanên reş hatine qedexekirin lê hê jî di tirşikê de wek logoya tirşikê tê bikaranîn.. |
|
13.04.2014 22:47 |
endazer
![]() |
45. (bnr: pirsên pir tên pirsîn) |
|
12.04.2014 01:02 |
endazer
![]() |
42. (bnr: di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin) |
|
12.04.2014 00:43 |
endazer
![]() |
41. kêmasiyên ne bê çare ne.. |
|
12.04.2014 00:25 |
endazer
![]() |
35. min di vê /28670 peyama xwe de bi dirêjî behsa rêya seyar a çareseriya pirsgirêka jorîn kiriye.. |
|
03.03.2014 01:13 |
endazer
![]() |
20. bi nûbûnên tirşikê de re hinekî kêm bibin jî.. lê hêj gelek kêmasî hene.. wek; |
|
06.10.2013 21:21 |
endazer
![]() |
4. hilbijêrka li kêleka peyamdankê ya di şiklê chatê de ne çalak û ne berdest e.. |
|
03.08.2013 08:47 |
endazer
![]() |
3. navê wê çi ye nizanim lê gava mirov di sepaneke (sekme) nÛ de tirşikê vedike logoya ege sözlükê lê dixweye.. |
|
03.08.2013 08:46 |
endazer
![]() |
2. lÎnkên youtubê dîsan naşixulin.. |
|
03.08.2013 08:39 |
endazer
![]() |